ŞIRNEX – Rewşa aborî ya malbata Bahar Sondak (17) ku piştî qedexeya li Şirnexê mala wan hav hilweşandin nebaş e. Sondak a ji dayikbûnê ve neynûkên dest û piyê wê kêm digire ji ber derfetên aborî nikare biçe nexweşxaneyê û banga desteka dermankirinê dike.
Li Şirnexê di “qedexeya derketina kolanan” de ya di navbera 14’ê adar û 14’ê mijdara 2016’an de dewam kir bi hezaran mal hatin hilweşandin. Piştî hilweşandina malan bi hezaran malbat mexdûr bûn û yek ji van mexdûran jî malbata Sondak e. Malbata Sondak ji ber qedexeyê neçar ma ku mala xwe ya li taxa Yeşîlyurtê biterikîne û li gundên derveyî bajêr 8 mehan li bendê man ku qedexe rabe. Bav Selahattîn Sondak ji ber mile xwe rastê nikare bilebitîne naxebite. Malbat di rewşek nebaş ya aborî de derbas dibe.
Niha malbat li taxa Vakifkentê rûdinê. 12 zarokên malbatê hene. Zaroka navîn a malbatê Bahar Sondak (17) ji ber derfetên kêm ên aboriyê nikare dermankirina xwe pêk bîne. Neynûkên dest û piyê Bahar Sondak ji dayikbûnê ve edem an go kêm digire û ji ber vê nexweşiyê teşeyê dest û piyê wê xera dibe. Bin piyê Sondak hemû birînin û qelişîne.
‘ÊŞA GIRAN DIKIŞÎNIM’
Piştî mala wan tê hilweşandin ji ber rewşa wan aborî nebaş bû Sondak bi sê xwişk û birayên xwe neçar man dev ji dibistanê berdin. Sondak demildest li bendê ye ku tenduristiya wê baş bibe. Sondak got ku beriya qedexeyê li gel derfetên kêm li nexweşxaneyên Wan û Amedê du caran muayene bûye û lê baş nebûye. Sondak da zanîn ku ji ber nexweşiyê êşa giran dikişîne û piştî her cara hatiye dermankirin jî lê di tenduristiya wê de erêniyek çênebûye.
‘EZ NIKARIM BIMEŞIM’
Sondak diyar kir ku ji bo dîsa biçe nexweşxaneyê derfetên wan aborî tune ye û bêçarebûna xwe anî ziman: “Ez nikarim bimeşim. Belkî nexweşîna min domdar be jî. Rewşa aborî ya malbata min ne baş e. Heke rewşa malbata min baş bûya ez ê li cihê baş derman bibûma. Dê ev nexweşîna min derbas bibûya. Ez jî dixwazim tenduristiya min wek a herkesî baş be.”
Sondak bang kir ku ji bo dermankirina nexweşîna wê destek bê dayîn.