* Li gel nîqaşên der barê baxçeyên zeytûnan ku tê xwestin ji bo îmarê bên vekirin, zeytûnvan dest bi debra wan kirin. Zeytûnvan ji debra ewil razî ne.
* Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko kampanyaya “Em ne OHAL, demokrasiyê dixwazin” ku ji aliyê rêxistinên kedê ve ji bo rakirina OHAL’ê hat destpêkirin nirxand.
*Jinên Malên Gel ku Atolyeyên Xweparastina Feminîst dan destpêkirin, diyar kirin ku xweparastin wêdeyî parastina fizîkî ye û ew her cure têkoşîna li dijî newekheviya zayendî esas digirin.
*Ji ber qedexekirina zozanan, li gundê Biyadir ê Çelê hema bêje sewalvanî qediya. Ji ber vê jin li kêlekên riyan hinar, tirî, simaq, hejîr û gelek berên din ku ew diçinînin difiroşin û debara malên xwe dikin.
* Santrala Termîkê ya Îzdemirê ku di navbera Foça û Aliaga de dimîne, bermahiyên jahrînî jiyana gundiyên herêmê dixe nava talûkeyê. Rêveberê FOÇEP'ê Bahadir Doguturk, diyar kir ku bermahiyan di îmalata asfaltê de dixebitinin û hemû bermahiya jahrînî di rêya gundan de xerç dikin.
* Rewşa aborî ya malbata Bahar Sondak (17) ku piştî qedexeya li Şirnexê mala wan hat hilweşandin nebaş e. Sondak a ji dayikbûnê ve neynûkên dest û piyê wê kêm digire ji ber derfetên aborî nikare biçe nexweşxaneyê û banga desteka dermankirinê dike.
* Abdurrahman Ayhan ku li Enqereyê di dema xwendekariyê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas dike wiha got: “Me hemûyan klasîkên rûsan û Kapîtalê dixwend, Ocalan li gel vana dîroka mirovahiyê, antrolojiyê dixwend.”
* Greva birçibûnê ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP'ê ya Enqereyê hatiye destpêkirin, dê ji hêla Alîkara Hevserokên giştî Fatma Kurtalan û Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen ve bê zayaretkirin. (11.30)
* Dê îsal li Amedê 2'yemîn Mîhrîcana Kevokan li Tesîsên Parka Tulîp a Seyrantepeyê bê lidarxistin. (12.00)
* Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji hêla HDP'a Edeneyê ve hatiye destpêkirin dewan dike. (12.00)
* Sempozyûma bi minasebeta 100'emîn salvegera Şoreşa Cotemhê dê bi beşdariya Wekîlê HDP'ê Ertugrul Kurkçu dê li Salona Konferansê ya Sendîkaya TUMTÎS'ê dewam bike. (14.00)
* Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji hêla Platforma Saziyên Demokratîk ên Stenbolê ve hatiye destpêkirin, dê îro bi daxuyaniyeke li ber avahiyên HDP'ê yên Esenler, Kuçukçekmece û Sancaktepeyê bi dawî bibe. (15.00)