STENBOL - Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrînê Emran Emekçî aşkera kir ku Ocalan di tecrîdeke bê dawî de tê girtin û wiha got: "Kevneşopiya Marksîst û sosyalîst di şexsê Ocalan de têk neçûye, berovajiyê wê xwe ji nû ve ava dike û asteke bi bawer girtiye."
Bi minasebeta 100'emîn salvegera Şoreşa Cotmehê di pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) sempozyûma "Ji Kapîtalê heta Şoreşa Cotmehê, ji Şoreşa Cotmehê heta Şoreşan" tê lidarxistin û di roja 2'yemîn de dewam kir. Piştî navbera nîvro bi rûniştina "Cotmeh: Polîtîkaya şoreşê" dewam kir. Moderatoriya wê Alk. Doç. Dr. Ceren Ozselçuk ê ji Zanîngeha Bogazîçiyê kir. Mijara "Têkçûyîn avahî ye?" nivîskar Mehmet Yilmazer, mijara "Polîtîk û şoreşa civakî" nivîskar Kenan Kalyon û mijara "Şoreşa Cotmehê ya hatiye nûkirin" jî parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrînê Emran Emekçî nirxand.
‘BROKRASÎ NE SEDEM E’
Nivîskar Mehmet Yilmazer bal kişand ser sernavê "Têkçûyîn avahiyî ye?" û pirsa "Divê em bi çi awayî nêzî rûxandina Yekitiya Sovyetê bibin?" kir û ev tişt anî ziman: "Ya herî zêde tê nîqaşkirin brokrasî ye. Gelo brokrasî bû sedema rûxandina Sovyetê? Ez bawer nakim. Brokrasî her dem heye. Ji ber wê ez dibêm ev nebûye sedema rûxandinê. Nêrîna aboriya qaçax heye. Divên ku ev bûye sedema rûxandinê. Ez divêm di vir de pergala xirabûyî heye."
‘ŞOREŞA NEGUHERE DÊ XIRAB BIBE’
Aktivîsê sosyalîst, nivîskarê-polîtîk Kenan Kalyon jî sernavê "Şoreşa civakî û polîtîk" nirxand û wiha got: "Her şoreşa ku neyê guherandin dê xirab bibe. Di tevgerên komînîst ên cîhanê de her dem rêbazeke ku nayê guhertin heye. Parastina Soveytê." Kalyon bal kişand ser derbasbûna ji kapîtalîzmê ya komînîzmê û wiha pê de çû: "Asoyên kapîtalîzmê girtî ye, bi krîzeke kaoltîk a giran re rû bi rû ye. Mesele giran e, peywir giran e. Şoreşa Cotmehê jî ne şoreşeke zû ye, şoreşeke ku dema wê hatî ye. Bolşevîkê ji vê re pîrekî kir."
HEKE BI OCALAN RE HEVDÎTIN PÊK BIHATA…
Parêzerê Buroya Hiqûqê Emran Emekçî di mijara sernavê "Şoreşa Cotmehê ya Hatiye Nûkirin" de axivî û ev tişt got: "Heke me bikaribûya bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikira, dê nêrînên wî yên rojane yên di vê der barê de gelekî girîng bûna. Mixabin Ocalan ji Nîsana 2015'an vir ve di binê tecrîdek giran de ye. Ne malbat, ne jî parêzerên wî û ne jî tu kes dikarin hevdîtinê bikin. Hemû têkiliyên Ocalan bi cîhanê re hatine qutkirin."
FIKRÊN OCALAN
Emekçî got ku "Fikrên sosyalîst ên Ocalan û yên tevgerên ciwanên şoreşger ên 68'an heta roja îro hatine û kedeke mezin daye teorî û têkoşîna sosyalîzmê" û wiha pê de çû: "Piştî têkçûna sosyalîzma reel, Ocalan bi pirtûkên 'Pirsgirêkên Şoreş û Sosyalîzmê', 'Di Sosyalîzmê de Israr Di Mirovahiyê de Israr e' û di gelek hevpeyvînên xwe de xitimandina sosyalîzmê vekir." Emekçî aşkera kir ku modela alternatîf komfederalîzma demokratîk e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ocalan mijarên wekî kapîtalîzim, dewleta-netewe, endustiryalîzim derbas kir û bi hev re dahurandin, wekî alternatîf modernîteya demokratîk bi pêş xist."
Emekçî diyar kir ku Ocalan di bingeha azadiyê de ne dewlet û çînîtî, polîtîkayê datîne û piştrast kir ku Ocalan 12 pirsgirêkên bingehîn ên civakê tespîtkirine û ev wiha rêz kir: "Pirsigrêka desthilatdarî û dewletê, pirsgirêka exlaq û polîtîkayê, pirsgirêka zîhnî, pirsgirêka aboriyê, pirsgirêka endustriyalîzmê, pirsgirêka ekolojiyê, zayendperezî, jin, malbat, pirsgirêka nifûs, pirsgirêka bajarvanî, pirsgirêka brokrasî û çînîtiyê, pirsgirêka tenduristî û perwerdeyê, pirsgirêka mîlîtarîzmê, pirsgirêka demokrasî û aştiyê."
Emekçî herî dawî mijarên wekî pêvajoya nûbûna Şoreşa Cotmehê, tirsa şoreş pêk anînê jî nirxand û aşkera kir ku kevneşopiya sosyalîzmê di şexsê Ocalan de nû bûye.
Sempozyuma ku îro navber hat dayîn, dê sibê berdewam bike.