HDP: Tecrîda li Îmraliyê rê li ber şer û rageşiyê vedike

  • rojane
  • 16:24 11 Mijdar 2017
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - MYK'a HDP'ê têkildarî encama civîna xwe daxuyanî da û diyar kir ku têkoşîna hemû endam û rêveerên wan, wekîl û nûnerên wan, sazi û rêxistinên wan û îtîkên wan ên ji bo demokrasî û aştiyê dê bi biryar berdewam bike. HDP'e di civînê de diyar kir ku tecrida li ser Ocalan dijminantiya herêmî ya li ser gelê kurd e. 
 
HDP'ê têkildarî civîna xwe daxuyanî da. HDP’ê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku pêdiviya civakê bi aramî, aştî û damendiyê heye û divê Tirkiye di polîtîkaya xwe ya hundir û derve de ne polîtîkaya dubendiyê, şer û şerxwaziyê lê ya polîtîkaya aştîxwaziyê û diyalogê geş bike.
 
HDP’ê bi domdarî bal kişande ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ‘’Polîtîkaya tecrîdê dijî hiqûqê û mirovahiyê ya ku li Îmraliyê tê domdarkirin tê maneya rageşî, avakirina dubendiyê û şer. Tê maneya dijminatiya herêmî ya li dijî Kurdan; tê maneya ku li dijî her tiştên Kurdan derdikevin. Lê ne tenê ev e her wiha tê maneya dijberiya gavên demokratîkbûna Tirkiyê û jiyana hevpar a gel, bawerî û çandên ku li vê cografyayê dijîn.’’
 
Bi domdarî hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo geşbûna aştî û çareseriyê bi aqil, raman û pêniyarên xwe, bi hemû hebûna xwe gelek tiştên mezin kirine û di serdema pêş de jî hem di asta herêmî û hem jî xwecih de ji bo ku arîşeyên di asta herêmî û xwecih de bi rêyên aştî û demokratîk çareser bibin Ocalan kesayatiyeke girîng e.
 
HDP’ê ji bo vê jî bi domdarî got, ‘’Ên ku aştî û çareseriyê dixwazin, raya giştî ya demokratîk divê di babeta tecrîdê de bêdeng nemînin. Demildest divê dawî li tecrîdê were, kêlî beriya kêliyekê divê malbat, parêzer an jî şandeyeke siyasî biçe Girava Îmraliyê.’’
 
‘EM Ê JI YA XWE NEYÊN XWARÊ’
 
HDP’ê di daxuyaniyê de bal kişande ser êrîş û zextên li ser siyaseta demokratîk, HDP’ê û got HDP bi rêveber, parlamenter, endam û hilbijêrên xwe ji vê helwesta xwe ya biryardar nehatiye xwarê û wê neyê xwarê.
 
ZEXT Û ZORDARIYA LI SER DENGÊ MUXALÎF DIDOME
 
Bi berdewamî di daxuyaniyê de zext û zordariyên bi mebesta bêdengkirina hemû dengê muxalîf hate destnîşankirin û hate gotin heqên sereke yên wekî ramanê, azadiya derbirînê, civîn, xwepêşandan têne astengkirin û binçavkirina Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Serokê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçlı mînakên vê yên dawî ne.
 
HDP’ê destnîşan kir ku li dijî kirinên desthilatdariyê pêdivî bi têkoşîna hevpar a hêzên demokrasî, aştî û kedê heye.
 
 ‘PÊDIVÎ BI TÊKOŞÎNA HEVPAR A JINAN HEYE’
 
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku hişmendî û kirinên desthilatdariyê yên bi mebesta desteserkirina maf û destkeftiyên jinan didome û hate diyarkirin ku pêdiveke zêde bi têkoşîna hevpar a jinan heye. Bi domdarî hate gotin Meclîsa Jinan a Partiya wan bi kampanyaya ‘’Wiha naçe! Jin Destûrê Nadin’ li idjî her cure tundiya li ser jinê, xebatan, çalakiyan dikin û têkoşîn azadî û wekheviyê ya jinan geş dikin.
 
 ‘REQABETA RÊXISTINÎ BÊ MANE YE’
 
HDP’ê bal kişande ser rikberiya di navbera rêxistinan de, ev weke helwesteke bê mane destîşan kir û got, ‘’Di vê demê de ku ti maneya hesûdiyên rêxistinî û reqabetê nîn e, her sazî, dezgeh û avanî divê berpirsyariya xwe bi rengekî cidî tevbigere.’’
 
BENDA HILBIJARTINÊ
 
Li ser mijara benda hilbijartinê ku van rojên dawî bûye rojev jî hate gotin ji bo HDP’ê ev ji hêla demokrasî, dadmendiya temsîlê û piranîxwaziyê  ve mijareke rêgezî ye û wê wiha jî bidome.
 
‘HEVGIRTIN XWEDÎ GIRÎNGIYEKE DÎROKÎ YE’
 
Herî dawî HDP’ê di daxuyaniyê de bal kişande ser têkoşîna demokrasî û aştiyê ya HDP’ê, endam, hilbijêr, rêxistinên bajar û navçeyan, parlamenteran, hemû sazî, dezgeh û tifaqan û hate gotin ev têkoşîn bi biryardarî wê bidome, di vê qadê de hevgirtineke biçûk jî xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
 
 

Sernavên din

12/11/2017
09:27 ‘Me klasîkên rûsan dixwendin, Ocalan jî dîroka mirovahiyê dixwend’
09:26 Qedexeyê mala wan xera kir û nikare derman bibe
09:25 Rêyên gundan bi sergoyê Santralên termîkê jahr dikin
09:24 Zebze û fêkiyên xwe li qeraxa rê difiroşin
09:23 Atolyeya Xweparastina Feminîst dest pê dike
09:22 Beko: Em ê ewil ji bo OHAL’ê komcivînekê çê bikin
09:21 Li Egeyê dema debra zeytûnan dest pê kir
09:01 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2017'AN
11/11/2017
17:24 'Kevneşopiya Marksîst û sosyalîst di şexsê Ocalan de dijî'
17:17 Çalakgerên TV10'ê helwesta Erdogan a '15 zarokan' şermezar kirin
16:52 KESK: Heta OHAL rabe emê têbikoşin
16:24 HDP: Tecrîda li Îmraliyê rê li ber şer û rageşiyê vedike
16:10 Kemalbay: Divê Ocalan azad be
15:50 Dayikên Şemiyê: Yên ew kuştin bi xwe terorîstin
15:43 8 girtiyên hatin derbkirin di greva birçîbûnê de ne
15:39 ÎHD: Her du lingên Tekman di xetereyê de ne
15:18 Di êrîşa li Kolana Yukselê de 5 kes hatin binçavkirin
15:17 Bila girtiyê nexweş Eker serbest bê berdan
15:10 Mîtinga 'Dê tecrîd winda bike azadi wê bi ser bikeve' dest pê kir
14:54 Ji bo komînîstan banga rexnedayînê
14:43 Murat Çelîk li dijî polîsan 4 saetan şer kir
Polîs: Ez mizgîniya xwe dixwazim me kurê te kuşt
14:02 ‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîdê parçe bikin'
13:46 ‘Hesreta gor û hestiyên wan di dilê min de maye’
12:50 Ekolojîstan li Bergamayê hev dîtin: Kambax be sanayiya we
12:05 Serokwezîr têkildarî doza Paradise Papersê ji Cumhuriyetê 500 hezar tl tazmînat xwest
11:44 Tiryakêş li Sûrê aşkere hişbirê difiroşin
11:43 Operasyona Bestayê hefteyeke dewam dike
11:32 Pûtîn û Tramp li ser mijara Sûriyeyê li hev kirin
11:12 Gundên Mêrdîn bi tangan dorpêç kirin
11:11 Bozkurt 28 meh girtî ye lê îdianameya wî ne amade ye
10:58 Ger hûn naxwazin nexweş bikevin biçin Bazara Şire
10:57 2 karkerên çandiniyê di qezayê de mirin û 18 birîndar bûn
10:55 Ji berbanga sibê heta êvarê li ber xwe didin
10:22 'Bi qedexeya zozanan mirov ji xwezayê hatin dûrxistin'
10:21 Reqqaya azad xeyal dikir, bihîst ku Reqqa azad bûye
09:25 Hevserokê SES’ê: Tenduristî dirûxe
09:24 ‘Heke careke din êrîşî goran bikin, em ê hestiyên zarokên xwe bibin malê’
09:22 Ji bo lazimiyê xurde û bixuran kom dike
09:08 30 sal in aşê kevirî dixebitîne û diparêze
09:08 Bi salan e deriyê vê muzeyê girtiye!
09:07 Yên bendava hilbijartinê li dijî HDP'ê parastin îro dixwazin dakeve
09:04 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2017'AN
10/11/2017
16:11 Çalakiya Baroya Amedê di hefteya 100'emîn de ye: Ne hedê tu kesî ye
15:57 ÎHD rapora Kolana Yukselê aşkere kir
15:56 Di qezayê de 11 kes birîndar bûn
15:35 Hevserokên HDP û DBP'ê hatin girtin
15:34 Li Edenê koma 2’yemîn greva birçîbûnê dewr girt
15:27 Şahidê Komkujiya Dêrsimê hat definkirin
15:26 Dozger daxwaza malbatan a hevdîtina bi Ocalan re red kir
14:56 HDP’ê ji bo wekîlên girtî dikaribin deng bidin serlêdan kir
14:52 Yên karê xwe dixwestin dîsa hatin binçavkirin
14:34 Cezayê Hasan Cemal erê kirin
14:32 Elewî: Kê vegere jî em ji rêya xwe venagerin
14:23 Dozger Tahir Elçî kir 'Endamê rêxistina terorê'
13:34 Malbatê cenazeye Enwer Kerîm ji Muglayê wergirt
13:29 Malbata Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:57 Komeleya 10'ê Cotmehê: Me xizmên xwe, Tirkiye aştî winda kir
12:56 Gaziyên girtî yên Pirsûsê banga beşdarbûna dozê kirin
12:34 Jinan banga tevlêbûna mîtînga Amedê kir
12:12 Sempozyûma Şoreşa Cotmehê dest pê kir
11:50 Ji Yuksekdag 10 sal cezayên din dixwazin
11:48 Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê berfireh dibe
11:21 Polîsan cara 5'emîn goristan xera kirin
11:04 Bozgeyîk: Heta OHAL bê rakirin em ê li qadan bin
10:52 Ji bo bide jiyandin 90 rojin li ber sobeya êzingan di grevê de ye
10:51 Ji Girtîgeha Kirikkaleyê rapora binpêkirina mafan
09:42 Dozgerê doz li Rojnameger Aktaş vekir 22 meh şûnde hişyar bû
09:41 Şirnexî qereqolan naxwazin!
09:40 Kanar: Ji bo yekîtiya gelan divê tecrîd rabe
09:39 Nesrîn Nas tecrîda li Îmraliyê nirxand: Dîwarê nebaweriyê tê lêkirin
09:38 Di nava salekê de heman heyete du raporên cuda danê
09:37 ‘Hem pêşmerge û hem jî DAIŞ'ê êzidî qetil kirin’
09:36 ‘Min bi helbestê birînên xwe derman kirin’
09:33 Sewalkarên Wanê: Sewalkariyê diqedînin
09:26 Dîroka Tirkan fêrî zarokên Sûriyeyî dikin
09:25 ‘Defînevan li Mîlasê bi nexşerê digerin’
09:24 Girtiyê 70 salî saleke li benda angaştnameyê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2017'AN
09/11/2017
18:23 Daxwaza girtina polîsê Kurkut kuşt red kirin
15:13 Greva ji bo Azadiya Ocalan li Edene bi koma duyemîn didome
15:05 Destûr dan mîtînga Amedê
14:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wanê di roja 8’emîn didome
14:33 Sedî 83 ji darazê bawer nake
14:25 Cenazeyê Murat Çelik 7 roj şûnde defin kirin
14:10 Karker: Bila OHAL bê rakirin û taşerontiyê qedexe bikin
13:49 SYKP: Bi tecrîdê şer, dijminantî û bê çareseriyê dixwazin
13:33 ÎHD û TÎHV: Bila parêzvanê maf serbest bên berdan
13:00 Parêzerên Ocalan cara 703'emîn serlêdan kirin
12:52 Çalakger: Xelasiya Tirkiye ya ji kaosê bi rakirina tecrîdê pêkan e
12:09 Hevserokê ÎHD'ê Turkdogan hat binçavkirin
11:54 Ji wekilê HDP’ê Taşçier re heta 18 salan ceza xwest
10:46 Zarokek din di nava pembo de mirî hat dîtin
09:32 Îdiaya girtiyên siyasî avîtin nav girtiyên edlî
09:29 Taşçier: Ji bo Rojhilata Navîn pêdivî bi fikrên Ocalan heye
09:27 Jin dê ji bo azadiya Ocalan li Qada Îstasyonê bin
09:26 Çalakgeran bariyerên polîsan ên Yukselê derbas kirin
09:25 13 sal in hevjînê wê zextan lê dike
09:23 'Hem Ocalan, hem pirtûkên wî tên tecrîdkirin’
09:22 ‘Em dê li dijî kedxwariyê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin’
09:06 HDK’ê sempozyuma 'Em heviyan geş bikin' pêk tîne