STENBOL - Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, di hefteya 659’an a çalakiya Dayikên Şemiyê de bertek nîşanî dozgerê ji bo Tahir Elçî got “Terorist” da û wiha got: “Yên ji wîre dibêjin terorist qatîlê wî ne. Yên di CNN Turk’ê de hedef nîşan dan bi xwe ne. Em qatîlan nas dikin."
Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin bi dirûşmeya "Kujer diyar in, winda li ku ne" di hefteya 659’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Dayik disa li Qada Galatasarayê kom bûn û bi wêneyên xizmên xwe yên di destê xwe û pankartên xwe kom bûn. Dayikan pankarta “Fail diyar e, winda li ku ne" danîn û li ser pankartê çarikên spî, qurnefil û wêneyên xizmên xwe danîn. Dîsa dowîzên ku daxwazen xwe tînin ziman rakirin. Parlamentera HDP'êya Stenbolê Pervin Buldan, Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu û geek kesên cuda tev li çalakiyê bûn. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Abdulselam Şahîn ê 24 sal berê li Geverê hat revandin û windakirin pirsîn.
TANRIKULU: TERORÎST QATÎLÊ WÎ BI XWE NE
Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tarikulu, helwesta dozgerê komarê yê Amedê ku Tahir Elçî wekî "terorîst" nîşan da şermezar kir û wiha got: "Dozger ji bo Elçî gotiye ‘cenazeyê terorîst'. Yên ji wîre dibêjin terorîst ew qatîlê wî bi xwe ne. Yên di CNN Turk’ê de ew kirin hedef bi xwe qatîl in. Em qatîlan nas dikin. Heta ku em hesap ji wan bipirsin em dê li qadan bin."
BULDAN: YÊN TECRÎTÊ PÊK TÎNIN SÛCÊ MIROVAHIYÊ DIKIN
Pervin Buldan jî diyar kir ku 22 salin li Qada Galatasarayê li edaletê digerin û wiha got: "Mirov nikare ji kesên wîcdanê wan ker, kor bûbe edaletê bixwaze. Em li welatî ji bo kesên hatin windakirin dibêjin "terorist" dijîn. Yên kurdan qetil dikin û ji wan re dibêjin terorîst bila qet ji bîr nekin. Yên hatin qatilkirin tev parazvanên aştiyê ne. Yen vî welatî bi rêve dibin sûcê mirovahiyê dikin. Divê dest ji vi sûcî berdin. Yên tecrîdê dimeşînin sûcî mirovahiyê dikin. Heta ku edalet pêk bê û hesap ji kujeran bê pirsîn em dê çalakiyên xwe yên li vê qadê berdewam bikin.
‘EM DÊ RUYÊ QIRÊJ Ê DEWLETÊ RONÎ BIKIN'
Birayê Hasan Ocak Ali Ocak, jî diyar kir ku der barê dosyaya Murat Yıldız ê hat windakirin de doza gaip hatiye vekirin û wiha got: "Dewlet heman tiştî dike. Lê heta em bigêjin heskiriyên xwe em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dê hemû qirêjiyên dewletê ronî bikin"
‘EM DÊ KOMKUJIYAN TECÎR BIKIN'
Îrfan Bîlgin jî anî ziman her hefte li Qada Galatasarayê û êdî tiştekî bînin ziman tune û wiha got: "Em tenê dixwazin kujerên windayan bên darizandin. Em dê her dem yên komkujî pêk anîn teşîr bikin."
Hevseroka ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî çîroka Abdulselam Şahîn ê di 27'ê Mijdara 1993'an de hat windakirin xwend û wiha got: "Abdulselam Şahîn ê 43 salî ku bavê 6 zarokan bû di 27'ê mijdara 93'an de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin.
Şahin li Geverê 9 salan melayê cemaweriyê kir. Dema hat binçavkirin birin Tabûra Cendirmeyan a Geverê. Piştî îfadeya wî girtin berdan. Piştre tevî malbata xwe kocî gundê Mune kirin. Di 27'ê Mijdara 1993'an de dema ji Geverê diçû Gundê xwe ji li maşîna Toyota ya A.O. suyar bû. Piştre êdî agahî ji Şahîn heta girtin.
‘ÊDÎ BES E EM EDALETÊ DIXWAZIN'
Yolerî destnîşan kir ku der barê Şanîn de lêpirsînek çalak nehatiye meşandin û wiha got: Di sala 2012'an de dosya birin DMME'yê. Di 14'ê ÎLona 2017'an de dos ji aliyê yek dadgerî ve hat dîtin. Malbata Şahîn 24 salin di nava nediyariyekê de dijî. Edaletê dixwazin û dixwazin ev bi encam bibe."
‘DAYÊ KA BAVÊ MIN NE HAT’
Kurê Abdulselam Şahin Ferdi Şahin jî nameyek nivîsand. Name ji aliyê Taylan Bekin ve hat xwendin. Şahin wiha got: "Dema bavê min hat windakirin ez 5 salî bûm. Soz dabû min. Gotibû ger tu bêdeng be ez dê çend saet şûnde vegerim. Dê ez jî bixwe re biribûma. Lê ez bêdeng bi rojan li benda bavê xwe mam. Min digot ‘Dayê ka bavê min ne hat’ Tevî ku bavê min gotibû ez dê çend saetan bêm lê nehat. Ez bavê xwe û windayan qet ji bîr nakim."