DÊRSIM - 8 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê tên girtin, gardiyanan bi ser koxûşên wan de girtin û ew derb kirin. Jinên girtî ji bo êrîşa gardiyanan şermezar bikin bê dem û bê dorveger dest bi greva birçîbûnê kirin.
Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê bi binpêkirinên mafan tê rojevê, herî dawî gardiyanan bi ser koxûşên girtiyên jin de girt û 8 girtî derb kirin. Jin ji bo vê hovîtiyê şermezar bikin dest bi greva birçîbûnê kirin. Malabtên girtiyên bê dem û bê dorveger ketin grevê, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê dan. Wekîlê HDP'ê Alîcan Onlu li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê lidarxist. Serokê ÎHD'a Dêrsimê Gurbuz Solmaz aşkera kir ku girtîgeh veguherîne avahiyên îşkenceyê.
‘BINPÊKIRINÊN MAFAN DI RÊZA YEKEMÎN DE YE’
Bavê Dêrism Konak a di greva birçîbûnê de Fevzî Konak diyar kir ku wekî li hemû qadan, li girtîgehan jî pêkanînên faşîst di dewrê de ne û piştrast kir ku ev faşîzm li ser girtiyan di asta herî jor de dewam dike. Konak aşkera kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê zextên li ser girtiyan dewam dikin û wiha got: "Bi giştî li hemû girtîgehan, bi taybetî li Girtîgeha Xarpêtê îşkence, derb, qedexeya hevdîtinê, xespkirina telefonê, mudaxaleya li dijî malbatan û bi her warî de qedexe û êrîş dewam dikin."
‘EM Ê GIRTÎGEHA XARPÊTÊ TEŞHÎR BIKIN’
Konak da zanîn ku girtiyên bi keça wî re li koxûşê dimînin, hemû têkiliyên wan hatine qutkirin û der barê rewşa wan de ew tu agahiyan nagirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em wekî malbat ji jiyana wan bi fikar in. Hemû tiştên neyînî yên li dijî girtiyan diqewime, rêveberiya Girtîgeha Xarpêtê û dewlet berpirsyar e. Em wekî malbat em ê bê deng nemînin. Em ê pêkanînên li Girtîgeha Xarpêtê teşhîr bikin."
Bavê Çîgdem Kiliç a di greva birçîbûnê de ye Cemal Kiliç anî ziman ku wan di 10'e Îlonê de ji keça xwe re cil şandine, lê teslîmê wê nehatiye kirin. Kiliç destnîşan kir ku kalorîferên li girtîgehê nehatine pêxistin, girtî bi cilên havînê dimînin û wiha pê de çû: "Gilînameyên ji hêla girtiyan ve tên nivîsin tên çirandin. Em ji jiyana zarokên xwe bi fikar in. Li girtîgehan sûcê mirovahiyê tê kirin û divê ev bi dawî bibe."