STENBOL – Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îzzettîn Tekman û aşkera kir ku her du lingên wî li ber jêkirinê ne û di medê wî de nerihetî heye û xwest serbest bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di çalakiya "Rûniştina F" de 294 hefte ye li Qada Galatasarayê çalakiyê li dar dixe. ÎHD'ê da zanîn ku bijîşkê girtiyê nexweş Îzzettîn Tekman daye zanîn ku dibe ku her du lingên pî bên jêkirin û xwest sebest bê berdan. ÎHD'ê aşkera kir ku Tekman li Girtîgeha Tîpa F a Bandirmayê dimîne û got ku "Mafê wî yê dermankirinê nikare bê astengkirin."
Li ser navê parazvanên mafên mirovan Tunvay Yîgît axivî û piştrast kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê cilên yek reng li ser girtiyên edlî û girtiyên di xizmetên navxweyî de dixebitin tê ferzkirin û xwest dest ji vê pêkanînê bê berdan. Yîgît bal kişand ser zextên li girtîgehan û rewşa girtiyê bi navê Îzzettîn Tekman ê li Girtîgeha Tîpa F a Bandirmayê dimîne bi bîr xist. Yîgît aşkera kir ku her du lingên Tekman di xetereyê de ne, di medê wî de pirsgirêk heye û xwest serbest bê berdan.