ENQERE – Çalakiya li Kolana Yukselê 368 roj e dewam dike û çalakvan di biryara "Em karê xwe dixwazin" de bi israr in. Lê polîsan dîsa êrîş kir û 5 kes binçav kirin.
Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a greva birçîbûnê ya ji hêla akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça ve hatiye destpêkirin, 248 roj e dewam dike. Çalakiya piştgiriyê ya li Kolana Yukselê jî 368 roj li dû xwe hişt. Çalakvanên ku xwestin li kolanê daxuyaniyê bidin, polîsan êrîşê wan kir û 5 kes binçav kirin.