ÎZMÎR - ÎHD'ê di hefteya 406'emîn de bal kişand ser tenduristiya girtiyê bi navê Cengîz Eker û destnîşan kir ku dema Eker dibin nexweşxaneyê û tînin, ev rewş ji bo wî veguherandine îşkenceyê.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, bi dirûşma "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" û "Winda bên dîtin faîl bên darizandin" di hefteya 406'an de li qadan bûn û xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan. Endamên ÎHD'ê li ber Sumer Banka Kevin hatin gel hev û pankarta "Tiba edlî ji girtiyên nexweş re bû darvekirin, bû înfaza bê daraz" vekirin. Rêveberê ÎHD'a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî da.
Çîçek diyar kir ku rêgeza mirovahî ew e divê ol, ziman û nijada kesî neyê darizandin û xwedî li mafên her kesî derkevin û ev tişt got: "Bi OHAL'ê re zextên li ser girtiyan gelek zêde bûn. Girtiyên nexweş di dema xwe de dernaxin revîrê, an jî qet dernaxin. Girtiyên ku dibin nexweşxaneyê di lêgerîna tazî re derbas dikin, pêlavên wan ji piyên wan tê derxistin, carnan yek û carnan jî du kelepçeyan dixebitînin, dîsa bala xwe nadin mahrumyeta di navbera nexweş û bijîşan de, gardiyan an jî leşker dixwazin li cihê muayeneyê bin, girtiyên ku vê yekê qebûl nakin tên derbkirin."
'CENGÎZ EKER SEBEST BERDİN'
Çîçek aşkera kir ku girtiyê bi navê Cengîz Eker 21 sal e di girtîgehê de ye û nexweş e, ji Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê, sewqî Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê, ji wir jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Bandirmayê hatiye kirin û wiha pê de çû: "Nexweşiya wî ya kronîk a dil heye. Ji ber wê gelek caran anjiyo bûye, 3 rehên ku diçe dilê wî sedî 80 xitimî ye û du rehên wî jî stent avêtinê. Dîsa di pişikê 3 birîn hatine tespîtkirin. Ji derveyê van reflu, gastrît, prostat û bêhnçika wî heye. Ew qas nexweşiyên Eker hene, wî dibin polîtklînîkê û tînin û bi rêzê nêzî nexweşiyan dibin. Divê demil dest serbest bê berdan."