AMED - Mîtînga di pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê de bi dirûşmeya “Dê tecrîd winda bike, azadî dê bi ser bikeve" bi tevlêbûna hezaran welatiyan li qada Îstasyonêya dest pê kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya Ocalan bixwazin bi dirûşmeya "Dê tecrîd winda bike azadî wê bi ser bikeve" li qada Îstasyonê ya Amedê mîtîng li dar xistin. Mîtîng bi tevlêbûna hezaran welatiyen Amedê dest pê kir. Di saetên serê sibê de bi hezaran welatî hatin qada mîtîngê. Welatiyên hatin qada mîtîngê di kontrol û lêgerînên polîsan re derbas bûn. Bi hezaran jin, zarok, ciwan, kal û pîr ên ji tax û navçeyên Amedê herikîn qada Îstasyonê, piştî lêgerînên polîsan derbasî qadê bûn. Bi hezaran kesên li qadê kom bûn li ber muzîkê govend gerandin û siloganên ku azadiya Ocalan dixwazin berz kirin. Jinan bi cilên xwe yên rengîn qada mîtîngê xemilandin.
BÊ NAVBER DIRÛŞMEYÊN OCALAN BERZ KIRIN
Bi hezaran welatiyên derbasi qadê bûn bê navber dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî”, “Girtiyên siyasî vîna me ye" berz kirin. Dema dirûşmeya “Ciwan fedaiyên Apo ne" hat berz kirin polîsan komiteya amadekar hişyar kir. Polîsan diyar kir ku ger der barê Ocalan de dirûşme bên berz kirin dê mudaxaleyî mitîngê bikin. Welatiyên ku ji çar nokteyan herikîn qada mîtîngê yek bi yek di lêgerîna polîsan re derbas bûn. Rojnamegerên derbasî qada mîtîngê bûn jî yek bi yek di kontrola GBT'ê re derbas bûn. Li qada mîtîngê alên HDP'ê û pankarta “Ji tacîz, tecawiz û tecrîdê re bes e", “Bi berxwedana jinê azadî dê bi ser bikeve" û “Jin dê bi rojê azad bibin" hatin vekirin. Hevseroka Giştî ya HDP'e Serpil Kemalbay, Aktivîsta TJA'yê Ayla Akat Ata, Hevskeroka KCD'ê Leyla Guven û parlamenterên HDP'ê tev li mîtîngê bûn. Di mîtînga ku jinan eleqeyek mezin nîşan da herî zêde dê peyamên ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û azadiya Ocalan bixwazin dê bê dayîn. Dîsa têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî dê bê dayîn.
Hunermend Yasemin Goksu, Hediye Viranşehir û Helime Omerî dê derkevin ser dikê.
PEYAMÊN LI QADÊ
Yên tev li mîtînge bûn bi kurd peyamên xwe anin ziman.
Şehmus Alp (68): Ez ji bo azadiya Ocalan bixwazim hatim vir.
Latif Bayram: Ez tev li hemû mîtîngan dibim. Divê êdî kurd yek bin. Ji bo azadî û aştiyê em qadan bernedin.
Meryem Arat (72): Ez ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatim vir. Ji bo azadî û aştiya mirovan hatim vir. Divê em êdî bibin yek.
Îsa Koyuncu (15): Ez ji bo Azadiyê hatim vir. Ez dixwazim di nava aştiyê de bijîm. Bila şer bi dawî bibe.
Îpek Kaynak (18):Ez ji bo azadiya jinan li vir im. Ez naxwazim azadiya min bi sînor bibe.
Zekiye Yilmaz (58): Ji bo em ji zilm û zordariyê re bêjin bes e em hatin vir.
Suna Altan (46): Dilê me dişewite. Bila êdî mirov neyên kuştin.
Ruhat Ayvacı (14): Bila zarok neyên kuştin. Ez ji bo azadiyê hatim vir. Bila kas neyên kuştin.
Behiye Sevim (62): Dilê dayikan dişewite. Bila dayik carek din negirin. Ocalan ne tenê rêberê kurdan e. Rêberê hemû gelên mazlum e. Em ji Ocalan re azadiyê dixwazin.
Mesure Gorgi (50): Ez ji bo aştiyê hatim qadê. Em dê her dem bêjin aştî.
Murat Danış (39): Ez welatekî wekhev, azad û bi edalet dixwazim.