Murat Çelîk li dijî polîsan 4 saetan şer kir
Polîs: Ez mizgîniya xwe dixwazim me kurê te kuşt

  • rojane
  • 14:43 11 Mijdar 2017
  • |
img

AMED - Birayê endamê YPS'ê Firat Çelik ê li Sûrê di şer de jiyana xwe ji dest da Murat Çelîk 20 meh şûnde li navçeya Peyasê li dijî sedan polîs û 2 helîkopteran 4 saetan şer kir û jiyana xwe ji dest da. Piştî bavê 3 zarokan Mûrat Çelîk di şer de jiyana xwe ji dest da, polîsek jin ji dayika Murat Çelik Hatun re got "Ez mizgîniya xwe dixwazim me kurê te kuşt."

Di 3'ê Mijdarê de polîsan li taxa Huzurevlerî ya Peyasê bi ser mala endamê YPS'ê Murat Çelîk de girtin. Murat Çelîk li dijî polîsan di ber xwe da û bi saetan şer kir. Di saetên serê sibê de malperên înternetê û televîzyonan bi Deqeya dawî "Li Amedê şer" nûçe belav kirin. Televîzyonan bi sernavê "Li Amedê bi ser hucreyên PKK’ê de girtin: 1 terorist hat kuştin" belav kirin. Di şer de polîseki jiyana xwe ji dest da û 9 polis birîndar bûn. Hêj şer didomiya, Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Mehdî Eker, derket televizyonê û got "Terorist, jinek û 3 zarokên wê wekî mertal da pêş xwe." Eker bi vî rengi rastî berovajî kir. Dîsa got “Hêzên me yên midûriyeta polîsan 3 zarok û jinek xistin ewlehiyê. ji bo zerar negêje wan hêzên me wan diparêzin" 
 
Midûriyeta polîsan bi 2 helîkopteran û sedan polîsên tîmên taybet, bi dehan maşîneyên zirxî li dijî Mûrat Çelîk operasyon pêk anîn. Hemû kolan li trafîkê girtin û li dijî bavê 3 zarokan Murat Çelik bi saetan şer kirin. Şahidên bûyerê hemû agahiyên di çapemeniyê de hatin belavkirin dewenadin û diyar kirin ku Murat Çelik bi saetna şer kiriye. Şahidan destnîşan kir ku Murat Çelîk piştî zarokên xwe ji malê derxistin dest bi şer kir û 4 saetan şer kir. Mûrat Çelîk ê çepemeniyê tenê bi çend hevokan agahî da û 6 roj şûnde cenaze dan malbat. Murat Çelik ê ku polîsan li dijî wî bi saetan şer kir û 6 roj şûnde cenaze dan kîye? 
 
Malbata Çelik  di 1970’an de ji ber pirsgirêkên aborî ji gundê Hevedanê ya Pasûrê hatin Amedê. Bav Vezir Çelik, navê kurekî xwe kir Mûrat navê kurê din jî kir Firat. Bav Wezîr xwest zarokên wî wekî ava çemê Firat û Mûradê yên Mezopotamyayê serbilind û bi coş û asî biherikin. Bav piştî hat Amedê karê înşaetê û karên din kir. Yek jê keçik 4 zarokên alîkariya wî dikin. Kurê wî Oktay, Murat û Firat alîkariyê didin bavê xwe. Zarokê malbatê yê herî biçûk Firat, bi gotina bav “Dema kevirên Sûrê di guhê wî de dikin pisepis direve Sûrê. Guh dide dilê “Sûra qedexe". Piştî 8 meha li Sûrê dimîne di 10'ê Adara 2016'an de jiyana xwe ji desk dide. Piştî Firat li Sûrê di şer de jiyana xwe ji dest da Bira Murat jî biryar da û tev li YPS’ê bû. Murat ji bo Firat digot "Bi axa kulma destê xwe kêfxweş dibû" û ket şopa Firat. Li pey xwe hevsera xwe Asiye û 3 zarokên xwe ÎUbrahim Arhat (10), Alî Osman (4) û Semanur Hasret a 1 salî li pey xwe hiç û tev li YPS'ê bû. 
 
‘DILÊ MIN DIŞEWITE' 
 
Dayika Murat Çelîk Hatun Çelîk sersaxî li malê qebûl kir. Li Odeya ku tije jin bûne, li milekî wêneyê kurê wê Firat hatiye darvekirin. Jinên ku tên sersaxiyê dayika Xatûn teselî dikin. Em jî li cem wê rûdinên û pirsa "Tu çawa ye" dikin. Ew jî dibêje “Dilê min dişewite” û dibersivîne. Lê nagirî. Êşa ku 2 kurê xwe winda kiriye di dilê wê de heye. Lê dibêje “Ev jî dê derbas bibe" 
 
‘EZ MIZGÎNIYA XWE DIXWAZIM ME KURÊ TE KUŞT' 
 
Dayika Murat Hatun piştî bihîst polîsan bi ser mala kurê wê de girt, bi lez berê xwe dide taxa ku mala Mûrat lê ye. Lê ji ber polîsan her der dorpêç kiriye nikare biçe cihê şer lê. Her çend tevî temenê xwe yê mezin û nexweş hewl da biçe qada şer jî polîsan destûr neda ku biçe. Her çend got “Min berdin ez biçim cem kurê xwe. Min jî bikujin û çekê tînin kêleka min". Lê polîsan dîsa destûr neda. Dayika Hatûn bi satean di erebaya polîsan de rawestandin. Bi saetan dengê çekan, helîkopterê bihîst û bêhna barûdê ket difinê wê. Piştî dengê çekan qut bû û şer bi dawî bû polîsek jin hat cem wê û got “Ez mizgîniya xwe dixwazim. Me kurê te kuşt." Dema Dayika Hatun ev yek anî ziman êşa ruyê wê zêdetir bû û got “Keça min me bi hev didin kuştin" 
 
Dema Dayika Hatun tişta jiya vedibêje behsa Kurê xwe Firat ê li Sûrê di şer de jiyana xwe ji dest da jî kir  û wiha got: "Dema Firat li Sûrê di şer de jiyana xwe ji dest da, hevsera Murat Asiye ji Semanur Hasretê ducanî bû. Ji ber hestera kurê xwe min got dema zarok çê bû em bikin Hasret. Lê Asiye jî got 'Divê em navê Sema Yuce jî liser zêde bikin. Piştre me biryara hevpar da ku bikin “Semanur Hasret”
 
ZAROKÊ LÊDANA DAYIKA XWE QEBÛL PÊHN LI PIYÊ POLÎSAN XIST
 
Hevsera Murat Asiye jî li odeyek din serdana sersaxiyê qebûl dikir. Hem roja bûyerê û hem jî rewşa xwe ya bin çavan vegot. "Dema di bin çavna de ma rastî lêdanê hat û çav û ruyê wê şîn bûye. Asiye 3 zarokên xwe bi xwe re derxist û piştre hat bençavkirin. Kurê wê yê mezin Îbrahim jî ketiye bin bandorê û ji bîr nake. Dema em pirsa “Îbrahim tu çawa ye" dikin, qet gotinek jî ji devê wî dernakeve. Dayika wî dibêje Îbrahim “Ser bilind e” û serê wî miz dide. Îbrahîm ê 10 salî ku bû şahidê şer, bi gotinekê dibêje "Ez ê tola bavê xwe hilînim" 
 
Asiye ku hêj êşa dilê wê zêde ye bi pêkanînên kurê xwe yê 4 salî Ali Osman mizicî û got: "Dema polîsên jin li min dan, kurê min Alî Osman jî bi piyên xwe yên biçûk pêhn li piyê polîsan dan û bertekên xwe bîne ziman. Polîsan wê demê sîleyek li Osman xist, lê Osman dîsa bersîv da. " 
 
‘BÛN FIRAT Û MURAT Û HERIKÎN'
 
Birayê malbatê Oktay Çelik jî sersaxî li malê qebûl kirin. Piştî ku ku di definkirina cenazeyê Murad de polîsan destûr neda bi axivin Oktay, bi nivîskî daxuyani da û bang li Firat û Murat kir û got. “Birayê min ê bi înat. Yek ji we bi şopa neynûkê we, di nava diwaren kevir ên Sûrê de di ber xwe da. Yê din jî li mala xwe di nava diwarên bi xwîn û hêsir de di ber xwe da û gihişt şehadetê. Hûn Firat û Murnat bûn û herikîn. Hûn bi xwîna xwe li ser axa Kurdistanê bûn gul. Ji bo hûn hêvî û azadiye şîn bikin, hûn bûn fedaiyê rûmetê yên paşeroja xwe. Hûn dê her dem bijîn û her dem ciwan bimînin. Hûn ji bo jiyana azad şîn bikin mirin. Em dê piştî we gelek bi hês bin." 
 
‘EM ÊŞÊ DIJÎN LÊ BERXWEDANA ME DÊ MEZINTIR BE' 
 
Me sersaxî ji Oktay xwest û rawestiyan. Lê ew axivî û got: “Dê rûmeta me nekeve. Em dê her dem serbilind bimeşin. Dibe ku 2 şehîdên me hebin. Lê hêj me deynê gelê xwe nedaye. Me deynê xwe yê mirovahiyê hêj nedaye. Em hestera fîzîkî dijîn. Ji niha û şûnde divê em bi têkoşîna wan re sadiq bin. Têkoşina wan ji bo me rûmet e. Em êşê dijîn. Lê hevî û berxwedana me bêtir mezin e. Ya me bi hêz dike berxwedan û têkoşina wan e. Ya li wir şer kir ne kesek bû. Baweriyek bû. Hem ji hewa û hem jî ji erdê bi hezaran gule reşandin. Lê teslîmî qelêşiya pergalê nebû. Birayê min 4 saeran şer kir û di ber xwe da." 
 
Oktay, bertek nîşanî “Zarok kirin mertal " jî da û wiha got: “Murat ewil zarok û hevsera xwe derxist derve. Kî dikare zarokên xwe bike mertal? " 
 
MA / Zuhal Atlan - Semra Turan
 

Sernavên din

12/11/2017
09:27 ‘Me klasîkên rûsan dixwendin, Ocalan jî dîroka mirovahiyê dixwend’
09:26 Qedexeyê mala wan xera kir û nikare derman bibe
09:25 Rêyên gundan bi sergoyê Santralên termîkê jahr dikin
09:24 Zebze û fêkiyên xwe li qeraxa rê difiroşin
09:23 Atolyeya Xweparastina Feminîst dest pê dike
09:22 Beko: Em ê ewil ji bo OHAL’ê komcivînekê çê bikin
09:21 Li Egeyê dema debra zeytûnan dest pê kir
09:01 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2017'AN
11/11/2017
17:24 'Kevneşopiya Marksîst û sosyalîst di şexsê Ocalan de dijî'
17:17 Çalakgerên TV10'ê helwesta Erdogan a '15 zarokan' şermezar kirin
16:52 KESK: Heta OHAL rabe emê têbikoşin
16:24 HDP: Tecrîda li Îmraliyê rê li ber şer û rageşiyê vedike
16:10 Kemalbay: Divê Ocalan azad be
15:50 Dayikên Şemiyê: Yên ew kuştin bi xwe terorîstin
15:43 8 girtiyên hatin derbkirin di greva birçîbûnê de ne
15:39 ÎHD: Her du lingên Tekman di xetereyê de ne
15:18 Di êrîşa li Kolana Yukselê de 5 kes hatin binçavkirin
15:17 Bila girtiyê nexweş Eker serbest bê berdan
15:10 Mîtinga 'Dê tecrîd winda bike azadi wê bi ser bikeve' dest pê kir
14:54 Ji bo komînîstan banga rexnedayînê
14:43 Murat Çelîk li dijî polîsan 4 saetan şer kir
Polîs: Ez mizgîniya xwe dixwazim me kurê te kuşt
14:02 ‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîdê parçe bikin'
13:46 ‘Hesreta gor û hestiyên wan di dilê min de maye’
12:50 Ekolojîstan li Bergamayê hev dîtin: Kambax be sanayiya we
12:05 Serokwezîr têkildarî doza Paradise Papersê ji Cumhuriyetê 500 hezar tl tazmînat xwest
11:44 Tiryakêş li Sûrê aşkere hişbirê difiroşin
11:43 Operasyona Bestayê hefteyeke dewam dike
11:32 Pûtîn û Tramp li ser mijara Sûriyeyê li hev kirin
11:12 Gundên Mêrdîn bi tangan dorpêç kirin
11:11 Bozkurt 28 meh girtî ye lê îdianameya wî ne amade ye
10:58 Ger hûn naxwazin nexweş bikevin biçin Bazara Şire
10:57 2 karkerên çandiniyê di qezayê de mirin û 18 birîndar bûn
10:55 Ji berbanga sibê heta êvarê li ber xwe didin
10:22 'Bi qedexeya zozanan mirov ji xwezayê hatin dûrxistin'
10:21 Reqqaya azad xeyal dikir, bihîst ku Reqqa azad bûye
09:25 Hevserokê SES’ê: Tenduristî dirûxe
09:24 ‘Heke careke din êrîşî goran bikin, em ê hestiyên zarokên xwe bibin malê’
09:22 Ji bo lazimiyê xurde û bixuran kom dike
09:08 30 sal in aşê kevirî dixebitîne û diparêze
09:08 Bi salan e deriyê vê muzeyê girtiye!
09:07 Yên bendava hilbijartinê li dijî HDP'ê parastin îro dixwazin dakeve
09:04 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2017'AN
10/11/2017
16:11 Çalakiya Baroya Amedê di hefteya 100'emîn de ye: Ne hedê tu kesî ye
15:57 ÎHD rapora Kolana Yukselê aşkere kir
15:56 Di qezayê de 11 kes birîndar bûn
15:35 Hevserokên HDP û DBP'ê hatin girtin
15:34 Li Edenê koma 2’yemîn greva birçîbûnê dewr girt
15:27 Şahidê Komkujiya Dêrsimê hat definkirin
15:26 Dozger daxwaza malbatan a hevdîtina bi Ocalan re red kir
14:56 HDP’ê ji bo wekîlên girtî dikaribin deng bidin serlêdan kir
14:52 Yên karê xwe dixwestin dîsa hatin binçavkirin
14:34 Cezayê Hasan Cemal erê kirin
14:32 Elewî: Kê vegere jî em ji rêya xwe venagerin
14:23 Dozger Tahir Elçî kir 'Endamê rêxistina terorê'
13:34 Malbatê cenazeye Enwer Kerîm ji Muglayê wergirt
13:29 Malbata Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:57 Komeleya 10'ê Cotmehê: Me xizmên xwe, Tirkiye aştî winda kir
12:56 Gaziyên girtî yên Pirsûsê banga beşdarbûna dozê kirin
12:34 Jinan banga tevlêbûna mîtînga Amedê kir
12:12 Sempozyûma Şoreşa Cotmehê dest pê kir
11:50 Ji Yuksekdag 10 sal cezayên din dixwazin
11:48 Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê berfireh dibe
11:21 Polîsan cara 5'emîn goristan xera kirin
11:04 Bozgeyîk: Heta OHAL bê rakirin em ê li qadan bin
10:52 Ji bo bide jiyandin 90 rojin li ber sobeya êzingan di grevê de ye
10:51 Ji Girtîgeha Kirikkaleyê rapora binpêkirina mafan
09:42 Dozgerê doz li Rojnameger Aktaş vekir 22 meh şûnde hişyar bû
09:41 Şirnexî qereqolan naxwazin!
09:40 Kanar: Ji bo yekîtiya gelan divê tecrîd rabe
09:39 Nesrîn Nas tecrîda li Îmraliyê nirxand: Dîwarê nebaweriyê tê lêkirin
09:38 Di nava salekê de heman heyete du raporên cuda danê
09:37 ‘Hem pêşmerge û hem jî DAIŞ'ê êzidî qetil kirin’
09:36 ‘Min bi helbestê birînên xwe derman kirin’
09:33 Sewalkarên Wanê: Sewalkariyê diqedînin
09:26 Dîroka Tirkan fêrî zarokên Sûriyeyî dikin
09:25 ‘Defînevan li Mîlasê bi nexşerê digerin’
09:24 Girtiyê 70 salî saleke li benda angaştnameyê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2017'AN
09/11/2017
18:23 Daxwaza girtina polîsê Kurkut kuşt red kirin
15:13 Greva ji bo Azadiya Ocalan li Edene bi koma duyemîn didome
15:05 Destûr dan mîtînga Amedê
14:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wanê di roja 8’emîn didome
14:33 Sedî 83 ji darazê bawer nake
14:25 Cenazeyê Murat Çelik 7 roj şûnde defin kirin
14:10 Karker: Bila OHAL bê rakirin û taşerontiyê qedexe bikin
13:49 SYKP: Bi tecrîdê şer, dijminantî û bê çareseriyê dixwazin
13:33 ÎHD û TÎHV: Bila parêzvanê maf serbest bên berdan
13:00 Parêzerên Ocalan cara 703'emîn serlêdan kirin
12:52 Çalakger: Xelasiya Tirkiye ya ji kaosê bi rakirina tecrîdê pêkan e
12:09 Hevserokê ÎHD'ê Turkdogan hat binçavkirin
11:54 Ji wekilê HDP’ê Taşçier re heta 18 salan ceza xwest
10:46 Zarokek din di nava pembo de mirî hat dîtin
09:32 Îdiaya girtiyên siyasî avîtin nav girtiyên edlî
09:29 Taşçier: Ji bo Rojhilata Navîn pêdivî bi fikrên Ocalan heye
09:27 Jin dê ji bo azadiya Ocalan li Qada Îstasyonê bin
09:26 Çalakgeran bariyerên polîsan ên Yukselê derbas kirin
09:25 13 sal in hevjînê wê zextan lê dike
09:23 'Hem Ocalan, hem pirtûkên wî tên tecrîdkirin’
09:22 ‘Em dê li dijî kedxwariyê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin’
09:06 HDK’ê sempozyuma 'Em heviyan geş bikin' pêk tîne