STENBOL - Li welatên Cîhanê 126 siyasetmedar û rêveberên welatên cîhanê tev li şîrketa off-shore bûne. Ji ber ku Rojnameya Cûmhuriyetê belgeyên Paradise Papers ê şîrketê deşîfre dike weşandin di nava kesên navê wan hene de, tenê Serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim bi îdiaya "Êrîşî mafê min ê tekakesî kiriye" 500 hezar TL tazminat ji Cumhuriyetê xwest.
Konsorsiyuma Rojnamegerên Lêkolîner ên Navneteweyî (ICIJ), Rojnameya Cumhuriyetê jî di navde tevî 96 saziyên medya bi hevre belgeyên Paradise Papers weşandin. Di belgeyan de derket holê ku li Malta 5 şîrketên ku zarokên Serokwezîr Bînalî Yildirim Erkam û Bulent Yildirim şirîkên wan in heye. Piştî Rojnameya Cumhuriyetê ev nûçe weşandin Serokwezîr Binali Yildirim, der barê Rojnameya Cumhuriyetê de bi sedema “Êrîşî mafê min ê tekakesî kiriye" doz vekir û 500 hezar tl tazmînata manevî xwest.