AMED – Piştî “qedexeya derketina kolanan” a li Sûrê li serê her kûçe û kolanê polîs hene û firoşkarê tiryakê jî cîrîtan diavêjin. Welatiyên Sûrê li dijî firotina tiryakê, bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku polîs çavê xwe li çeteyên tiryakê digirin.
Li navçeya Sûrê hilweşandina xaniyan û valakirina malan didome. Li aliyê din jî komên tiryakê dikişînin belav dibin û serbest digerin. Li Sûra ku bi zorê tê valakirin temenê zarokên tiryakê dikişînin daketiyê bin 10 saliyê. Li serê her kûçe û kolana navçeyê firoşkarê tiryakê tê dîtin. Hemû cureyên tiryakê li serê kolanan tê firotin û şêniyên navçeyê bi sedema bazirganî û kişandina tiryakê bi xetere ye. Şêniyên navçeyê diyar dikin ku haya polîsan ji vê trafîka tiryakê heye û firoşkaran diparêz in. Di dema “qedexeya derketina kolanan” de li navçeyê polîsan li her dere nokteyên kontrole danîn û li serê her kolanê polîs hene. Li gel vê yekê jî balkêş e ku firoşkarên tiryakê digerin û bazirganiya tiryakê dikin.
POLÎS ZAROKAN FÊRÎ TIRYAKÊ DIKIN
Li taxa Lalebey şêniyê bi navê E.Ç. yê 52 salî diyar kir ku du zarokên wî tiryakê dikişînin û li gel hemû hewldanên wî zarokên wî ji tiryakê rizgar nebûn. E.Ç. da zanîn ku avahiyên li Sûrê hatine valakirin zarokên temenê wan 10-11 bi lezgînî hînî tiryakê tên kirin û li gel gilîkirina wan piştî çend rojan ji aliyê polîsan ve tên desteserkirin carek din berdidin kolanan. E.Ç. got ku ev pêkanîna polîsan hêz dide tiryakkêşan û piştî şer ev bi awayekî aşkere hat meşandin.
‘PEYNİR EKMEK GİBİ SATILIYOR’
Welatiyê li Kolana Lale Sokak a taxa Ziya Gokalpê dijî Muhsin Ozkan jî diyar kir ku komên tiryakê wekî kulî bi ser taxê de girtiye û wiha got: "Li taxê fihûş û dizî zêde bûye. Li taxê temenê kişandina tiryakê heta dibistana seretayî daketiye. Li serê kuçeyan kuryeyên firotinê hene. Wekî nan û peynîr hişbirê difiroşin. Şêniyên taxê ji vê yekê pir bêzar in."
Ozkan, anî ziman ku kesê bi navê Îsmet D. xeta Amed Bismil û Êlihê bi rêve dibe û wiha got: "Tevî wî 5 jinên kurye digerin. Li taxên Lalebey, Alipaşa û Ziya Gokalp tiryak zêde tê firotin. Li Sûrê tora çeteyan tê avakirin. Hin malbat bi tevahi tev li kişandina tiryakê bûne. Me gelek caran li qereqole glî kir. Lê encam tune. Berê tiryak tune bû. Lê piştî qedexeyan û xerakirina taxê dest pê kir, tiryak jî zêde bû. Firoşkerên tiryakê bûne wekî çeteyan û vê torê fireh dikin. Polis tê firoşkeran dibe qereqolê. Lê dozger der barê wan de lêpirsînê nade vekirin. Dozger wan di heman rojê de binçav dike. Dozger çavan li wan digire. 3 meh berê şêniyên taxê xwestin bi derfetên xwe mudaxaleyî van koman bikin. Lê kesên mudaxaleyî wan dikin dibêjin 'Vana PKK'î ne' û rê li pêş kesên mudaxale dikin digire. Dema wisa dibe kesên tiryakê difiroşin bi hêsanî karê xwe berdewam dikin."
Ozkan, anî ziman ku yên tiryakê difiroşin hin ji wan hevser û zarokên wan jî tiryakê dikişînin û wiha got: "Di saetên serê sibê ango saetên êvarî de difiroşin. Firoşkerên li serê kuçeyan radiwestin, betir şîfreyên “misir”, “şeker”, “fiş”, “uçu bir arada”, “agri kesici” bi lêv dikin.