NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Rûsyayê Putîn û Serokê DYA’yê Trump li civîna APEC’ê ya ku li Dananga Vîetanamê hatin cem hev.
Berdevkê Kremlînê Dîmîtry Peskov diyar kir ku Serokê DYA’yê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn qebûl kirine, dê li ser Sûriyeyê daxuyaniyeke hevpar bidin.
Hat diyarkirin ku daxuyanî ji bo hevdîtina Trump û Pûtîn bi taybetî hatiye amadekirin.
Hat destnîşankirin ku Pûtîn û Trump li hev kirine ku ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê domdar be û bûyerên xeternek werin astengkirin, divê rêyên ji hev agahdarbûnê werin avakirin.
Ajansa Rûs Tass jî xalên ku aliyan li hev kirine rêz kir. Li gorî nûçeya Tassê xalên ku derketine pêş wiha ne:
* Pûtîn û Rûsya li hev kirine ku di krîza Sûriyeyê de çareseriyeke leşkerî wê neyê ditin
* Her du lîderan bang li hemû aliyên bendê yên Sûriyeyê kirine ku bi rengekî aktîf tev li pêvajoya çareseriyê ya Cenevreyê bibin
* Pûtîn û Trump li ser yek parçeya axa Sûriyeyê, serxwebûn û serweriya wê li hev kirine
* DYA û Rûsyayê ji bo ku ji şer xwe dûr bigirin li hev kirine ku rêyên têkiliyê werin danîn
* Her du lîderan li hev kir ku ji bo DAIŞ’ê têk bibin hewldanên xwe bidomînin.