MÊRDÎN - Leşkerên girêdayî TSK'ê li bejahiya Mêrdînê amadekariya operasyonê dikin. Leşkeran bi tangan gundên girêdayî Nisêbin û Mahsertê dorpêç kirin.
Leşkerên girêdayî TSK'ê rêyên gundên Nisêbînê yên Omeriyan yên di navbera navçeyên Nisêbînê û Qoserê yên Mêrdînê de birî. Leşkeran di saetên serê sibehê de bi tangan hemû rê girtin û gund dorpêçkirin. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku leşker li herêmê amadekariya operasyonê dike. Mirov û wesayitên ku di rêyên gundan de diçin û tên, têne kontrolkriin. Dîsa li gorî agahiyên ku ji gundiyan hatine standin bi dehan leşkerên li bejahiya Omeriya keşfê dikin û di kemînê de ne.