ENQERE – Mehmet Bozkurt 28 meh e li Girtîgeha Antalyayê girtî ye, bi rêya faksekî ragihand ku 28 meh e îdianameya wî nehatiye amadekirin û hêj nizane bi çi tê darizandin.
Girtiyê bi navê Mehmet Kozkurt ê li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê tê girtin, di faksa ku şand de der barê binpêkirinên mafan ên 28'ê Îlona 2017'an de agahî da. Bozkurt aşkera kir ku rêveberiya girtîgehê dest danîne ser nameya wî, ji ber wê wî bi rêya faksê pirsgirêkên xwe anîne ziman û wiha got: "Di 3'yê Tîrmeha 2015'an de di serdagirtina malê de, em bi komek hevalên xwe re hatin binçavkirin. Bi biryara Dadgeha Cezayê Asliyê ya Nobedar em hatin girtin. Hêj dosyaya me nehatiye vekirin. Her wiha em bi çi tên darizandin em nizanin."