RIHA – Li Rihayê dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir. Di qezayê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 18 karker jî birîndar bûn.
Li taxa Kisas a navçeya Eyyubiye ya Rihayê dolmişa ku karkerên çandiniyê têde bûn li otomobîla plaka 38 KV 746 qelibî û qeza kir. Bi piraniya karkeran jin bûn. Bi bandora qezayê re dolmiş ji rê derket û ji karkeran Sera Baylan û ajokarê otomobîlê yê navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan. Di qezayê de 3 kes bi giranî 18 karkerên birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin.