AMED - Jina bi navê Zeynep Ahmet li Reqqayê ji zilma DAIŞ'ê revî û koçî Amedê kir, 5 sal e bi hesreta azadiya Reqqayê dijî. Zeynep Ahme dema xeyala azadkirina Reqqayê de bû, bihîst ku Reqqa hatiye azadkirin.
Zeynep Ahmet bi zarokên xwe re li kuçeyên Amedê bi zarokên xwe re parsekiyê dike, piştî bi rojan bi tesadufî bihîst ku bajarê wan Reqqa ji destê DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin. Berî 5 salan bi zarokên xwe re ji Reqqayê koçî Amedê kirin, dema li vir kar nedît dest bi parsekiyê.
Xwûşk û birayên bi navê Ahmet Fatma berî dayika xwe dest bi axaftinê dikin û diyar kirin ku ji ber pereyê wan tune, bi parsekiyê debara xwe dikin û mal bi mal digerin û bi tirkiya xwe ya nûvço derdê xwe tînin ziman.
JI ZILMA DAIŞ'Ê REVÎN
Ahmet û Fatma hêj di nav xeyalên dibistan û listikên xwe yên li Reqqayê de bûn, dayika wan dest bi axaftinê kir. Dayik Zeynep Ahmet da zanîn ku ew berî 5 salan ji Reqqayê ji ber şerê DAIŞ'ê revîne Tirkiyeyê û wiha axivî: "4 zarokên min hene û ez li Rezanê dimînim. Jiyana me ya li Tirkiyeyê zehmet derbas dibû, lê li Amedê xwedî li me derketin."
‘EZ BIÇIM REQQAYÊ EZ Ê ÊDÎ ŞER BIKIM’
Zeynep Ahmet da zanîn ku li Reqqayê malbatên kurd û ereb ên li ber xwe dan û şer kirin mane, piştrast kir ku rojekê heke ew vegere Reqqayê dê şer bike û herêma xwe biparêze û wiha pê de çû: "Cîranên me yên bi navê Mizgîn û Nesrîn li Reqqayê man û ji bo azadiya jinan şer kirin. Heke ez jî rojekî vegerim ez ê êdî nerevim û ez ê jî şer bikim. Li wir jinên kurd şer dikin. Ez ji wan hêzê digirim." Ahmet aşkera kir ku ew dixwaze zarokên wê li welatê xwe mezin bibin, di vê navberê de jina bi navê Cemîle ya hevala wê tev li axaftinê dibe û diyar kir ku kurê wê jî ji bo azadkirina Reqqayê şer kiriye.
NÛ BIHÎST KU REQQA AZAD BÛYE
Nîqaşa di navbera me de dewam dikir, Zeynep Ahmet bîranînên xwe yên li Reqqayê berdewam dike. Dema axaftina me li ser Reqqayê giran bû, pirsa "Hûn dixebitin" li me kirin. Me jî got ku em rojnamegerin. Me pirsa Reqqayê kir û me got ku haya we ji Reqqayê heye, bersiva "Na" dan me. Zeynep Ahmet dema xeyala azadkirina Reqqayê dikir, bihîst ku Reqqa azad bûye. Zeynep Ahmet ji vê yekê jî bawer nekir û piştî ku me wêneyên azadkirina Reqqayê nîşanê wê da, piştra îqna bû. Piştî me wêneyên qada ku YPJ'ê lê daxuyanî dida nîşanê Zeynepê da, bi dengekî lerzok got ku "Er ê li vir jin, zarok û gelek mirov hatin şewitandin." Zeynep Ahmet di vê demê de çavê wê tijî hêsir bûn û der barê azadkirina Reqqayê de ev pirs kirin: "Hûn çûne Reqqayê û we ew der dîtiye? Wan dera çawa ye?"
‘JINÊN KURD REQQA AZAD KIRIN’
Zeynep Ahmet destnîşan kir ku Reqqa bi têkoşîna jinên kurd hatiye azadkirin û berî ku qala qehremanî û şerkeriya wan nek, derbas nabe. Zeynep Ahmet derbirî ku ew ê vegere Reqqay azad, roja ku biçe dê cilên xwe yên reş ji xwe bike û wan bişewitîne.
BI HÊVIYA VEGERA REQQAYÊ XATIRÊ WE
Em xatirê xwe ji Zeynep Ahmet dixwazin. Dema em ji wê dûr dikevin, ew bi zarok û cîrana xwe ya bi navê Cemîle re destê xwe ji mere ba dikin.
MA/ Sonya Bayik - Semra Turan