ENQERE – MHP û AKP'ê dema HDP'ê beriya hilbijartinê xwestibû benda hilbijartinê dakeve, li dijî wê derketibûn û komîsyona li hevkirina benda hilbijartinê belav kiribûn. Piştî HDP'ê bend derbas kir û sînor nas nekirin îro bi xwe pêşniyar dikin ku bend dakeve û serî li rêbazên din ku HDP'ê li dervê meclîsê bihêlin didin.
Bendava hilbijartinê ya ji sedî 10’an ku berê AKP û MHP li dijî wê derdiketin û vê wek “kumpasê” tawanbar dikirin, niha ji aliyê MHP’ê ve dubare ket rojevê. Bendava hilbijartinê ya ji sedî 10 ku wek bereke darbekarên 12’ê Îlonê ket meriyetê, piştî di 7’ê Hezîranê de HDP ji sedî 13 deng wergirtin tu wateya wê nema. Lê belê, bendava ji sedî 10 ku berê ji bo di warê temsîliyetê de rê li ber siyaseta kurd bigire hatibû dayîn, niha MHP daxwaza wê dike. Bendava ji sedî 10 ku wek sererastkirineke li dijî kurdan ket meriyetê, piştî ku hikmê wê neman vê carê jî tê xwestin ku bê rakirin.
Di vî warî de berê gelek nîqaş hatibûn kirin. Siyaseta kurd di dema guherînên Makeqanûnê yên 2010’an de xwestibû ev bendav dakeve ji sedî 3’yan an jî bi temamî bê rakirin. Lê belê partiya îktîdarê û MHP bi tu awayî ev pêşniyar esas negirtin. Heta ji bo daxistina bendava hilbijartinê tu pêşniyarên ku DTP, BDP, HDP û bi awayekî qismî be jî yên CHP’ê esas nehatin girtin.
Ev mijar herî dawî di sala 2013’an de bûbû rojeva Komîsyona Lihevkirinê ya Makeqanûnê ya Meclîsê ku di 17’ê Sibata 2016’an de ji aliyê AKP’ê ve hatibû betalkirin. BDP jî wê demê tevlî xebatên komîsyonê bûbû û pêşniyar kiribû ku ji bo vîna hilbijêran di Meclîsê de xwe bide der divê bendav tune be. Lê belê di vî warî de lihevkirinek derneket holê.
Heman mijar di çarçoveya gelek madeyên Makeqanûnê de bû cihê nîqaşan. Di beşa sernavê “Qanûnçêkirinê” yê Makeqanûnê de, li gor fıkraya yekemîn a madeya 64’emîn “Meclîs, ji 550 parlementerên ku tên hilbijartin pêk tê” lihevkirinek xwe da der. Lê belê BDP’ê pêşniyar kir ku divê “Meclîs organa herî bilind a ku temsîla vîna gel dike” jî lê bê zêdekirin, lê ev yek nehat qebûlkirin. Lê di fıkraya duyemîn a heman madeyê de li ser mijara “450 parlementer, li derdorên hilbijartinê li gor pergala temsîlê ya nisbî tên hilbijartin” lihevkirinek çê bû. Di vî warî de CHP’ê xwest ku hikma “Bendava hilbijartinê ji sedî 5’an derbas nake” lê bê zêdekirin û BDP’ê jî pêşniyara “Divê bendava hilbijartinê tune be” kir. Lê belê AKP û MHP’ê xwest bendava hilbijartinê wek xwe bimîne û li ser madeya navborî lihevkirinek çê nebû.
Lê belê AKP û MHP’a ku wê demê xwestin bendav wek xwe bimîne û pêşniyarên muxalefetê esas negirtin, îro pêşniyarên ku wê demê muxalefet kiribû wek ku “tiştek nû be” tînin ziman.