AMED – Çalakiya Baroya Amedê ya ji bo Tahîr Elçî li dar dixe 100 hefte li pey xwe hişt. Serokê Baroyê Ahmet Ozmen bertek nîşanî gotina Elçî “Endamê rêxistina terorê ye” da û got: “Ne hedê tu kesî ye Tahîr Elçî wisa bibîr bîne.”
Baroya Amedê wek her hefteyê ji bo dosyeya lêpirsîna Tahîr Elçî yê li Sûrê hat qetilkirin bi bandor û lezgîn bê birêve birin û qetilkirinê şermezar bike vê hefteyê jî li ber Edliya Amedê çalakî li dar xist. Bi vê hefteyê re çalakiyê 100 hefte li pey xwe hişt. Gelek parêzer bi cubeyên xwe beşdarî çalakiyê bûn û Sekretera Giştî ya TÎHV’ê Şebnem Korur Fîncanci jî piştgirî da çalakiyê. Parêzeran di çalakiyê de pankarta wêneyê Elçî li ser “Em te jibîr nakin” hildan.
ÇALAKIYA ELÇÎ DI HEFTEYA 100’EMÎ NDE YE
Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di çalakiyê de axivî û bibîr xist ku çalakiya wan 100 hefte li pey xwe hişt û carek din ew edaletê daxwaz dikin. Ozmen got: “Ev bû 100 hefte em li vir bang li rayedaran dikin. Di hevdîtinên me yên li gel rayedaran kirin de soza dê kujerên Elçî bibînin dan. Ez carek din bang yek bi yek li kesên soz dane dikim. Sozên we dan me bigirin. Dîtina kujerên Elçî peywîr û berpiryariya we ye.”
OZMEN BERTEK NIŞANÎ DADGEHÊ DA
Ozmen bal kişand ser doza ji ber parvekirina tora civakî angaştnameya doza welatiyek de hat amadekirin di angaştnameyê de nivîsandina ji bo Elçî “Endamê rêxistina terorê ye” û berteka tund nîşanî gotina ji bo Elçî da. Ozmen di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em li bendê ne ku kujerên Elçî bên tespîtkirin û derbixin pêşberî darazê, lê dadgehek cezayê giran a Amedê di lêpirsîna dosyeya welatiyekî de nîşandana Tahîr Elçî ya di angaştnameyê de me matmayî kir. Mixabin dadgehê Elçî wek endamê rêxistinê daye nîşandan.”
‘NE HEDÊ TU KESÎ YE’
Ozmen destnîşan kir ku Elçî di tevahiya jiyana xwe ji ji bo aştî, demokrasi û edaletê têkoşîn daye meşandin û wiha got: “Ne hedê tu kesî ye Tahîr Elçî wisa bibîr bînin. Em bi tundî vê gotina ji bo Elçî şermezar dikin.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.