ENQERE – Rêveberên ÎHD duh xwestin rapora ÎHD'ê li Kolana Yukselê bi raya giştî re aşkere bikin. Lê polîsan mudaxale kir û rêveberên ÎHD'ê binçav kirin. ÎHD'ê rapora ku duh aşkere nekir, îro bi nivîskî ji raya giştî re aşkere kir. Di raporê de hat aşkerekirin ku salek e li Kolana Yukselê tuniya polîsan û binpêkirina mafan heye.
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rapora binpêkirina mafên mirovan a li dijî kedkarên li Kolana Yukselê ku bi armanca “Em karê xwe paşve dixwazin" hêk hatiye bi awayekî nivîskî bi raya giştî re parve kirin. Rêveberên ÎHD'ê duh xwestin daxuyanî bidin û raporê aşkere bikin. Lê polîsan êrîşî rêveberan kir û hevserokê ÎHD'ê jî di navde gelek rêvebêr ÎHD'ê binçav kirin. Piştî ku rêveberên ÎHD'ê hatin berdan, ÎHD'ê îro rapor bi awayekî niviskî bi raya giştî re parve kir. Rapor ji 31 rûpelan pêk hat. Di raporê de bal kişandin ser çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên bi KHK'ê hatin îxrackirin û çalakiyên piştî wê. Di raporê de hat diyar kirin ku piştî Nuriye Gulmen hat îxrackirin çalakiyan di 9'ê mijdarê de dest pê kir. Di rapore de wiha hat gotin: "Piştî Gulmen di 9'ê mijdarê dest bi çalakiyê kir û salek şûnde Gulmen û Ozakça d 11'ê Adarê roja 120'an a çalakiyê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Gulmen û Ozakça, di roja 75'emîn a Çalakiya greva birçîbûnê de di roja 23'ê Gulanê de hatin girtin. Piştgiriya Gulmen û Ozakça pêl bi pêl mezun bû. Gulmen û Ozakça li girtîgehê jî çalakiya xwe berdewam kirin. Di 13'ê Gulana 2017’an de yanî di roja 66’an a çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen de xwişka wê Beyza Gulmen jî li Eskîşehirê dest bi grevê kir. Di 23'ê Gulana 2017’an de di roja 175'an a greva birçîbûnê de Nuriye Gulmen û Semih Ozakça hatin binçavkirin û girtin. Hevsera Semih Esra Ozakça û dayika wî Sultan Ozakça jî dest bi grevê kirin.
Di 20'ê Cotmeha 2017’an de Semih Ozakça hat berdan. Nuriye Gulmen hêj di girtîgehê de ye. Acun Karadag û Veli Saçilik ên piştgirî dan çalakger Nûriye û Semih çalakiyên xwe berdewam dikin.
Di 23'ê Gulana 2017’an de Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê li çalakyan hat qedexekirin û dora bîrdariyê bi bariyerên polîsan hatin dorpêçkirin. Kolana Konur a Yukselê hêj dorpêçkiriye.
Piştî Gulmen û Ozakça hatin girtin mafê wan ê parastinê hatin asteng kirin. Parêzerên wan hatin binçavkirin û girtin. Parêzerên Gulmen û Ozakça Didem Baydar, Şukriye Erden, Ayşegul Çagatay, Ebru Timtik, Aytaç Unsal, Zehra Ozdemir, Yagmur Ereren, Engin Gokoglu, Suleyman Gokten, Aycan Çiçek, Naciye Demir, Behiç Aşçi, Barkin Timtik û Ozgur Yilmaz hatin girtin.
Di mudaxaleya çalakiyên Gulmen û Ozakça de derket holê ku polîsan gazên bi jahr avêtine girsê. Hat dîtin ku gazên ‘Model 5’ hatin avêtin. Di çalakiyê de cezayên pereyan li çalakgeran hat birîn. Veli Saçilik heta îro zêdeyî 50 caran hat binçavkirin. 7 hezar TL cezayê pereyan lê hat birîn. Disa çalakger Mehmet Dersulu her roj tev li çalakiyan bû û rojê 2 caran hat binçavkirin. 6 hezar Tl cezayê pereyan lê hat birîn.
Dîsa Acun Karadag zêdeyî 50 caran hat binçavkirin û bi giştî zêdeyî 6 hezar TL cezayê pereyan lê hat birîn.
Çalakger Nazan Bozkur jî heta niha gelek caran hat binçavkirin û 4 hezar û 500 TL cezayê pereyan lê hat birîn.
Li Çalakger Sultan Aydoğmuş jî 2 hezar TL , li Mustafa Keçeli, Simge Aksan, Gulnaz Bozkur û Perihan Pulat a 75 salî nêzî Hezar TL cezayê pereyan hat birîn.
Dîsa bi îdîaya li dijî xala 2911'an derketine doz li wan hat vekirin.