AGIRÎ – Hevserokê HDP'ê Ramazan Bor û Hevserokê DBP'ê yên navçeya Panosê Abdulcabbar Çamlik hatin girtin.
Li navçeya Panosê ya Agiriyê di 2'yê Mijdarê de serdagirtina malan pêk hatibû û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ramazan Bor û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Abdulcabbar Çamlik hatibûn binçavkirin. Siyasetmedarên ku derxistin edliyeyê, piştî îfadeya wan bi îdiaya "Endamê rêxistinê ne" û "Propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin. Hevserok Bor û Çamlik şandin Girtîgeha Tîpa L a Panosê.