EDENE – Li Edenê çalakiya greva birçîbûnê ya HDP’ê û DBP’ê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bikin û azadiya wî bixwazin didome. Koma 2’yemîn dewir girt.
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Edenê bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya Ocalan bixwazin di 8’ê mijdarê li avahiya HDP’a Seyhanê da destpêkirin didome. Îro koma 2’yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewer girt. Li avahiyê pankarta “Dê tecrîd widna bike û dê azadî bi ser keve” hat daliqandin daxuyanî hat dayîn. Hevseroka HDP’a Edenê Gulseren Tural axivî û got: “Em ê heta roja duşemê çalakiya xwe berdewam bikin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan divê bi lezgînî bi dawî bibe. Koma me ya 2’yemîn çalakiyê îro dewr girt. Daxwaza me ew e ku şert û mercên tenduristî û ewlehiya Birêz Ocalan bên başkirin.”