DÊRSIM - Yek jî avakarê Komeleya Kurdên Almanyayê û şahidê Komkujiya Dêrsimê ya sala 1938'an Alî Başaran li welatê xwe hat definkirin.
Welatiyê elewî Alî Başaran ê di avakirina Komeleya Kurdên Almanyayê de cih girt û yek jî şahidê Komkujiya Dêrsimê ye, li bajarê Duisburgê jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wî li Dêrsimê hat definkirin. Merasîma li mala cemê hat lidarxistin, kalên elewiyan ji bo Başaran dia xwendin. Wekîlê HDP'ê Alîcan Onlu di merasîmê de axaftinek kin kir û da zanîn ku Başara nemrê xwe ji bo azadiya gelê kurd daye û wiha got: "Apê Alî şahidê komkujiya 38'an e. Li ku derê berxwedanek hebûya, wî di eniya pêş de cihê xwe digirt. li Awropayê 40 salan ji bo tevgera azadiyê ked da. Tu carî dest ji têkoşîna azadiyê berneda û pêşengê gelê kurd bû."
Darbesta bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin, li gundê Mîllî hat definkirin.