ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 367 roj e li Kolana Yukselê dewam dike, di êrîşa polîsan de 5 kes bi lêdanê hatin binçavkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Semîh Ozakça û Nuriye Gulmen 247 roj e dewam dike, çalakiya piştgiriyê ya "Em karê xwe dixwazin" jî di roja 267'an de ye. Kedkarên bi rêya KHK'ê ji kar hatine ji bo daxuyaniyê bidin li Kuçeya Konurê li hev civiyan. Wekî her carê polîsan bi mertalan Kolana Yukselê ji çalakvanan re girt. Çalakvanên xwestin pankartê vekin, polîsan wekî her carê pankart çirand û nehiştin rojnameger dîmena bigirin. Di êrîşa polîsan de Alev Şahîn, Mehmet Dersulu û 3 xwendevanên ku navên wan nehatin hînbûn hatin binçavkirin. Polîsan dema çalakvan biçav dikir ew bi erdê re kaş kirin.
Polîsan piştre demekî kuçe ji trafîkê re girt.