AMED - Serdozgerê Komarê yê Amedê li welatiyê ku wêneyê Prz. Tahir Elçî di medya civaki de parve kir, bi gotina "Te li ser wêneyê endamê rêxistina terorê ‘em ne di şînê dene di îsyanê dene' nivîsandiye" doz vekir û xwest bê cezakirin.
Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê welatî Berat Baran de bi sedema wêneyê Serokê Baroya Amedê yê Berê Tahîr Elçî li ser medyaya civakî parve kiriye bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" û “Pesnê sûc û sûcdar daye" doz vekir û ji salekê heta 7 salan cezayê girtîgehê xwest. Dozger di îdîanameyê de parast ku der barê Baran de îxbar ji eposta ya Serokatiya Daîreya Têkoşûna Sûcên Siberê re hatiye û li ser vê yekê lêpirsîn daye destpêkirin. Dozger parast ku Baran li ser hesabê Facebook 6 hep parvekirin kirine û wêneyên hatine parvekirin delîlên sûc in. Dozger wêneyê cenazeyê Hacı Lokman Birlik ê li Şirnexê li pey panzêrê hat kaşkirin û wêneyê Cenazeyê Serokê Baroya Amedê yê li Mînareya Carling hat kuştin wekî delîla sûc pênase kir.
DOZGER TARÎH ELÇÎ KIR ENDAMÊ RÊXISTANA 'TERORÊ'
Dozger di îdîanameyê de wêneyê Tarîh Elçî ku Baran di hesabê medya civakî de parvekiriye wekî "endamê rêxistina terorê" pênase kir û delîla sûc hesiband.