STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên xizmên wan li Girtîgeha Îmraliyê ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan Serdozgerê Komarê yê Bûrsayê.
Xwişk û birayên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan ji bo roja duşemê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin bi riya parêzerên xwe daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Bursayê.
Ji malbaten girtiyên Îmraliyê jî xwişka Hamîli Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar Ali Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan jî bi riya parêzerên xwe daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê.