ENQERE - Komeleya 10'ê Cotmehê ya Aştî û Piştevaniyê 102 kesên di komkujiya li GAR'a Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan di meha 25'emîn de bibîr anîn. Seroka Komeleyê Mehtap Sakincî Coşgun wiha got: "Di komkujiya 10'ê Cotmehê de me xizmên xwe winda kir. Tirkiye jî aştî di dilê Enqereyê de winda kir."
Komeleya 10'ê Cotmehê ya Aştî û Piştevaniyê, di meha 25'emîn a komkujiya li GAR'a Enqereyê ku 102 kesan jiyana xwe ji dest da li GAR'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiya ku komeleyê amade kir de nûnerên HDP, EMEP, CHP, DÎSK û KESK'ê amade bûn. Li cilê ku komkujî lê pêk hat wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, danîn. Komê bê navber dirûşmeyên "Şehîdên aştiyê nemir in" û "Ji şer re na, aştî hema niha" û "Em teslîmî tariyê nabin" berz kirin. Di saeta komkujiyê 10.04'an de rêz girtin û piştre daxuyanî dan. Piştî rêzgirtinê Seroka Komeleyê Mehtap Sakinci Coşgun, diyar kir ku wan xwest di duyemîn salvegera komkujiyê de kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin, lê plîsan nehişt û wiha got: "Divê ev daxuyaniya me wekî banga vegera ked, aştî, demokrasî bê dîtin. Divê wekî daxwaza wîcdan û edaletê bê dîtin. Me li dilê Enqereyê 100 can winda kirin. Hevalekî me yê birîndar piştî bûyerê kirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Yekî din jî di meha hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Ev komkujî di dîroka Komarê de komkujiya herî mezin e. 102 can me winda kirin. Vê komkujiyê hevser, zarok, xwişk, bira, bav û dayikên me ji me stendin."
'ME XIZMÊN XWE, TIRKIYE JÎ AŞTÎ WINDA KIR'
Coşkun, di berdewamiya daxuyaniyê de anî ziman ku 2 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hêj dermankirina 30 kesan berdewa dike û wiha got: "Di vê komkujiya 10'ê Cotmehê de me di dilê Enqereyê de xizmên xwe winda kir. Tirkiye jî aştiya xwe winda kir. 8 birîndarên me heta mirinê dê seqet bimînin. Bi dehan mirov tê devî bilyeyên teqînê bijîn. 3 birîndarên me piyê wan jê bû û li şûna wî bi piyên protez dijîn. 497 kesên birîndar bûn, mexdûrê vê teqînê ne. Di nava kesên di 10'ê Cotmehê de birîndar bûn û mexdûr bûn bi dehan hevalên me yên hatin îxrackirin hatin binçavkirin û hatin girtin hene."
‘BILA EV QAD BIBE QADA 10'Ê COTMEHÊ YA KED, AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ'
Coşkun, daxwazên xwe û malbatan rêz kir û wiha got:
"* Em malbat dixwazin doza 10'ê Cotmehê û dozên Pirsûs, Dîlok, Amed, Stenbol û dozên wekî wan tetîkêş û berpirsiyarên li pişt van bûyeran bên darizandin û bi awayekî adîl bên cezakirin. Em dixwazin wê rojê kesên ku rê li pêş ambulansan girtin, bombeyên gazê avêtin û rê li pêş mirina birîndaran vekirin tev bên darizandin û cezakirin.
* 6'emîn rûniştina doza 10'ê Cotmehê dê di 22-23'ê mijdarê de li Qesra Edaletê ya Enqereyê ku 300 metre li dûrî cihê komkujiyê ye bê dîtin. Em dixwazin cemawerî tev li vê dozê xwedi derekvin. Edaletî û bê edaletiya di doza 10'ê Cotmehê de derkeve holê dê rêveçûna edaleta Tirkiye diyar bike. Roja ku berpirsiyarên rastîn yên dozê hatin darizandin û cezakirin dê bi dawî bibe.
* Em dixwazin qada Gara Enqere wekî 'Qada 10'ê Cotmehê ya Ked, Aştî û Demokrasiyê' bê guhertin. Em dixwazin li gorî wateya 10'ê Cotmehê peyker bê çikilandin.
* Bi birîndardarên 10'ê Cotmehê piştevaniya cemaweriyê birîn bûye. Ev birîn birîna me tevan e. Em kesên ku ji bo ked, aştî û demokrasiyê bedena xwe kirin sîper qet ji bîr nakin. Em wan qet bi tenê nahêlin."
AKP LI SER SÛC HAT GIRTIN
Parlamenterê HDP'ê Lezgin Botan ji anî ziman ku bi vê komkujiyê aştî û biratî hat qetilkirin û wiha got: "Kesên çavê xwe ji vê komkujiyê re çavên xwe girtin divê bila ji bîr nekin ku dê teqez aştî û biratî bi ser bikeve. Li cihê ku aştî hat windakirin em dê aştiyê geş ikin. Li vir AKP li ser sûc hatiye girtin."
Çalakî bi danîna qurnefilan a li cihê bûyerê bi dawî bû.