ŞENGAL - Meclisa Xweseriya Demokratîk a li Şengalê ji hêla YE, DYA û Iraqê ve bi erênî tê pêşwazîkirin, eşîrên tirkmenên şîî û erebên sunnî jî beşdarî nava meclisê dibin.
Piştî DAIŞ'ê li Şengalê fermana 73'yan pêk anî, di 20'ê Tebaxa 2017'an de li Şengalê Meclisa Xweseriya Demokratîk hat îlankirin, ji wê rojê ve xebat bê navber dewam dikin. Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk Hecî Hesen Piso der barê Şengal û gelê herêmê de axivî û aşkera kir ku projeya ku wan pêşniyar kiriye, hem Bexda, hem Ewropa, hem Amerîka û hem jî hêzên herêmê bi erênî pêşwazî dikin. Piso destnîşan kir ku ne tenê civaka êzidî, eşîrên tirkmen û erebên sunnî yên li Tel Afer û derûdora wê jî bi erênî nêzikî projeya wan dibin.
MECLISA XWESER
Piso da zanîn ku projeya wan xweseriya demokratîk e, ew pergaleke çawa dixwazin wan ji hemû aliyan re ragihandiye, rojên berê meclisek ava kirine û di vê çarçoveyê de xebatên xwe meşandine. Piso piştrast kir ku di 30'yê Gulanê de vê meclisê xwe nû kiriye, meclis niha xwe di bin navê meclisa xweseriya demokratîk de bi rêxistin dike. Piso diyar kir ku xebatên xweseriyê ji 20'ê Tebaxê vir ve dewam dikin.
NÊZIKATIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ Û HERÊMÎ
Piso anî ziman ku wan projeya ku amade kiriye, pêşkêşî Yekitiya Ewropayê (YE), Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Parlamentoya Ewropayê (PE) û Hikumeta Iraqê kiriye û wiha axivî: "Armanca me ya li vir ew e, divê civaka êzidî yekitiyekê ava bike. Bibin hêzekî û li xwe vegerin. Berî bûyerên Kerkûkê em bi Bexda û YE'yê re rûniştin. Sedî 80 erênî pêşwazî dikin. Projeyê pozîtîf dibînin. Lê heta niha di navbera me û hikumetê de navbeynkariyek nekirine. Meclisa meya dîasporayê di vî warî de xebatek cidî meşand. Gavên girîng hatin avêtin. Her wiha DYA'yê jî projeya me erênî pêşwazî kir."
BEXDA ERÊNÎ DIVÎBE
Piso derbirî ku hikumeta Bexdayê daxwazên wan red nake, di hevdîtinên bi wan re hatine kirin de, Şengal û Tel Aferê wekî bajargeh difikirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dixwazin Şengal û Tel Aferê bikin bajargeh. Ev di navbera me de bû sedema nîqaşê, lê nêrîn di vî warî de bûn. Her wiha dixwazin Misûl jî bibe bajargeh. Deşta Misûlê ji; Hemdanî, Bertila, Beşîka, Şêxan, Tel Kêf, El Qûş û Feyda pêk tê û dixwazin ev bi hikumetê ve bên girêdan."
NE TENÊ ÊZIDÎ…
Piso got ku "Li Şengalê tenê êzidî najîn, erebên şîî û sunnî jî dijîn" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dixwazin bi wan re pergaleke hevbeş ava bikin. Civakên li vir dijîn, ew qas ji me dûr nînin. Ne tenê li Şengalê, li Tel Afer heta Misûlê ev ji bo her kesî tê dîn. Lê me berê jî gotibû, kesên ku destê wan neketiye xwîna êzidiyan, jinên êzidî dîl negirtine, malên êzidiyan talan nekirine û alîkarî nedane DAIŞ'ê em dikarin bi wan re rûnên."
BI EŞÎRÊN TIRKMEN Û EREB HEVDÎTIN KIRIN
Piso piştrast kir ku di vê çarçoveyê de eşîrên ereb û turkmenên şîî yên li Tel Aferê bi wan re hevdîtin pêk anîne, projeya ku wan pêşiyar kiriye qebûl kirine û gotine ku ew ê di vê der barê de piştgiriyên xwe dewam bikin. Piso diyar kir ku wan li ser xalên hevbeş nîqaş meşandine û destnîşan kir ku projeya xweseriyê ji bo hemû gelên li herêmê wekî pêşketinekî dibînin.
MA / Nazim Daştan - Selamî Aslan