COLEMÊRG - Li Geverê polîsên tevgera tîmên taybet bi dehan maşîneyên zirxî dorpêç kir û xera kir. Heta niha cara 5’emîn goristan hat rûxandin.
Polîsên tîmên tevgera taybet, li taxa Orman ya Geverê goristan bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin û cara 5'emîn rûxandin. Li goristana ku di nava 33 kesên li Pirsûsê di êrîşa DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn cenazeyê Suleyman Aksu û cenazeyên endamên PKK'iyan lê hatiye defin kirin, dîsa ji aliyê maşîneyên zirxî ve hat dorpêçkirin. Polîsên tîmên taybet ku goristan dorpêç kirin kevirên goran şikandin. Hat diyar kirin ku polîsan saet di 05.00'ê sibê de bi maşîneyên zirxî ketin goristanê û kevirên goran, dîwarê goristanê şikandin û zerar dan çîçekên li ser goran. Hat diyar kirin ku dema polîs ji nava goristanê derketin, srûd berz kirin û der dor gulebaran kirin.
Goristan di 13'ê Adara 20167an de dema qedexeya derketina kolanan hatibû îlan kirin 2 caran hatibû rûxandin. Di 7'ê îlon û 29'ê nîsana 2017'an de dîsa goristan hatibû rûxandin. Di 29'ê nîsanê de li ser kevirên goran "Leş" hatibû nivîsandin.