ENQERE - Ferîdûn Osmanagaoglu yê 67 salî ku li Navenda Çanda Îdilê xwe li ber soba êzîngan germ dike 90 rojin di greva birçîbûnê deye. Osmanagaoglu, anî ziman ku dema jiyan hebe çima mirinê hilbijêre? û wiha got: "Lê ji bo ez bide jiyandin dikarim bimirim."
Ferîdun Osmanagaoglu yê 67 salî, ji bo piştgiriyê bide Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên 247 rojin di greva birçîbûnê dene 90 rojin li Navenda Çandê ya Îdilê ya Navçeya Mamakê ya Enqereyê di çalakiya greva birçîbunê de ye. Osmanagaoglu, li avahiya ku wekî şevnişînê hatiye avakirin li ber sobeya êzingan xwe germ dike. Osmanagaoglu du di salên 90’an deli Stenbolê çalakî li ser pira stenbolê pêk anî, BBC û AP îşgal kir û di Kongreya Felsefeya Cîhanê de pankart vekir. Dîsa tev li gelek çalakiyen din bûn. Osmanagaoglu, li Trabzon, Bolu, Duzce û Edirne di bûyerên lîncê de dîsa ketibû rojevê. Xwe ji salên 75’an heta niha wekî Dev Genç dibîne. Her dem bi sedema PKK’î ye hat lînckirin. Her dem got "Ez ne PKK’î me, lê xwestin ez bêjim PKK'î me. Lê min negot. Ger ku min gotiba min dê fikra xwe înkar kiribûya. Min dê lînca xwe rewa kiribûya."
Osmanagaoglu ji doza Devrîmcî Sol 12 salan hat girtin. piştî darbeya 12'ê Îlonê di sala 1984'an de li dijî daxwaza cilên yek tîp tev li greva birçîbûne bû. Bû refaqatvanê birayê xwe Osman ê di sala 2001'an de ket rojiya mirinê û piştî 299 rojan jiyana xwe ji dest da.
Osmanagaoglu, ket bin bandora çalakiya Nûriye û Semîh û dîsa ji bo piştgiriyê bide wan 90 rojin di greva birçîbûnê de ye. Osmanagaoglu, anî ziman ku ev çalakî ne tenê ji bo karê xwe bixwaze, di heman demê de li dijî zilm, îşkence û tundiyê ye û wiha got: "Nuriye û Semih ji mirovan re rêberî kir. Nîşan dan ku bi 2 kesan jî çalakî pêk tê. 2 mirov bûn dengê milyonan mirovan. Bi dil û bedena xwe bûn dengê milyonan mirovan. "
Osmanagaoglu, ji aliyê refaqetvanê xwe Halil ve di kontrola tenduristiyê re derbas dibe û tansiyona wî tê pîvan. Osmanagaoglu, anî ziman ku ew ji aliyê mejî xwe ve baş dibîne û yê serdestiyê li ser bedenê çe dike meşî ye û wiha got: "Dema meşî bi tenduristî be beden jî bi tenduristî ye. Nuriye Gulmen bi zorê tê dermankirin. Ez her roj ez berxwedana Gulmen hîs dikim. Ez dixwazim dem dem Semih ziyaret bikim. Dema jiyan hebe çima em mirinê hilbijêrin. Lê ji bo jiyanê mirin jî carna pêwiste. Ez ji jiyanê hez dikim. Lê divê ji mirinê re jî amade be."
MA / Deniz Nazlim - Selman Guzelyuz