AMED – Dozgerê ku der barê Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê li Cizîrê di jêrzemînê de hat qetilkirin, bi daxwaza 7 sal û nîv ceza doz vekir, 22 meh şûnde, doza betalkirina dosyeyê kir.
Dozên ku der barê Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ku li Cizîrê di dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest da hatin vekirin, piştî raporên otopsiyê yên Aktaş ketin dosyeyê dosye hat betalkirin. Di biryara ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Amedê hat dayîn de, hat diyarkirin sedema betalkirina doza ku bi tawanbariya “propagandaya rêxistinê” der barê Aktaş de hat vekirin ew e ku hatiye fêmkirin ku Aktaş jiyana xwe ji dest daye.
Dozgerê ku berê jî ji ber nehatiye îfadeyê der barê Aktaş de biryara girtinê derxistibû, vê carê di mutalaaya xwe ku berpêşî dadgehê kir de doza betalkirina dosyeyê kir. Dozger di mutalaayê de diyar kir ku li gor girtekên otopsiya Aktaş û DNA’ya wî, Aktaş di 13’ê Sibata 2016’an de jiyana xwe ji dest daye û ji ber vê ew doza betalkirina dosyeya doza ku li bersûc hatiye vekirin dike.
Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Rohat Aktaş, li Cizîrê dema pevçûnên piştî îlankirina xwermveberiyê dest pê kirin, wexta di 13’ê Sibata 2016’an de mala ku lê dima hat bombekirin, li jêrzemînekê hêwirî û di wê jêrzemînê de hatibû qetilkirin.