STENBOL – Parêzer Ercan Kanar yê di sala 1999’an de li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re gelek caran hevdîtin kir, wiha got: “Heke li vê erdnîgariyê yekîtiya gelan û jiyana mafên wekhev tê xwestin divê demildest tecrîd rabe."
Parêzer Ercan Kanar, ku piştî 15’ê Sibata 1999’an li Girava Îmraliyê 13 caran bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir wiha got: “Heke li vê erdnîgariyê tê xwestin gel di çarçoveyeke mafên wekhev de bijîn, divê demildest dawî li tecrîdê bê.”
Kanar, diyar kir ku dema Ocalan nû radestî Tirkiyeyê hat kirin ji Ewropayê û gelek deverên din li wî hatiye gerîn û wiha got: “Xwestin ez bibim parêzerê wî.” Kanar, got ku wê demê li Dadgeha Bilind cezayek wî hebû, ji ber vê wî xwestiye ku kêliyekê li benda wî bê sekinandin û wiha got: “Min got heke cezayê min bê xerakirin, bi hemû hêza xwe ez ê parêzeriya wî bikim.” Kanar, anî ziman ku dema cezayê wî hatiye xerakirin Noteriya Mûdanyayê lêgeriyaye û jê re wiha gotine: “‘Abdullah Ocalan dixwaze hûn bibin parêzerê wî.’ Ji min re Hasîp Kaplan, Tarik Ziya Ekîncî jî pirsin. Lê belê Tarik Ziya Ekîncî ne parêzer, bijîşk e. Min got birayê wî Parêzer Tahsîn Ekîncî heye, belkî tevlîheviyek çê bûbe. Noter ji min pirsî ‘Em wekaletê derxin.’ Min jî got erê. Bi vî awayî ez, Hasîp Kaplan û çend parêzerên din çûn Îmraliyê.”
‘OCALAN NEWROZA ME PÎROZ KIR’
Kanar, dest nîşan kir ku di hevdîtina ewil de ew li ser pêvajoya girtinê rawestiyane û wiha got: “Behs kir ku ka ev komployeke çawa ye, girtina wî komployeke navnetewî û navdewletî ye. Got, wê bi demê re ev komplo bi her awayê xwe bê teşhîrkirin û derkeve holê. Her wiha nêrînên xwe yên têkildarî girîngiya dozê jî gotin.” Kanar ji bo hevdîtina Adara 1999’an jî ev tişt gotin: “Hevdîtina min û wî ya ewil piştî Newrozê bi rojek du rojan bû. Newroza me pîroz kir. Ji me pirsî ka Newroz çawa derbas bûye. Newroza wê salê lawaz derbas bûbû. Wek prensîb ez alîgirê vî tiştî me. Divê derve bi awayekî rast ji hundur re bê gotin. Yanî divê neyê pirolekirin. Hevalekî me got ‘pir baş derbas bûye.’ Min got, na. Pir baş derbas nebûye. Li gor salên berê qels bû. Sohbeteke me ya bi vî rengî çê bû. Tenê wî guhdar dikir.”
Kanar, diyar kir ku wî heta danişîna ewil jî bi Ocalan re hevdîtin çê kiriye û wiha got: “Ez tevlî danişîna ewil jî bûm. Di danişîna ewil de min û Hasîp dadgehê protesto kir û em ji eywanê derketin. Paşê min alîkariya hevalan kir. Paşê jî tevlî danişîna Romayê bûm. Pişt re jî tevlî danişîna Dadgeha Bilind bûm.” Kanar balê kişand ser pêvajoya Dadgeha Bilind û wiha domand: “Pêvajoya Îmraliyê ji serî heta binî, bi pîvanên Serfermandariyê hat birêvebirin. Navenda Rêveberiyê ya Krîzê ya Serokwezîrtiyê bir ê ve bir. Navenda Rêveberiyê ya Krîzê ya Serokwezîrtiyê yekeyeke ku girêdayî leşkeriyê ye. Serfermandarî li gor xwe rêzikname amade kiribû. Heta di pêvajoya darizandina Îmraliyê de Parêzerên Hevdem di rêveberiya Baroya Stenbolê de bûn. Ji bo betalkirina wê rêziknameyê li Dadgeha Îdareyê û Şûraya Dewletê doz hatin vekirin, lê hatin redkirin. Ew rêzikname bi xwe jî xelet hat sepandin. Ji bo Navenda Rêveberiyê ya Krîzê ya Serokwezîrtiyê têkeve dewrê, li gor wê rêziknameyê diviya Îmrali wek navend bihatana hilbijartin û ji bo vê jî diviya afetek, krîzeke erdhejê an jî îsyaneke giştî çê bibûna. Halbûkî li Îmraliyê ne afet ne jî îsyaneke giştî hebû.”
Her wiha Kanar, diyar kir ku beriya Îmraliyê danişîna ewil li Enqereyê pêk hat, lê belê Ocalan neanîn wê danişînê. Kanar got ku wan di danişîna Enqereyê de gotiye ku li gor pîvanên bingehîn ên huqûqê, herî zêde îdia li ku derketibin holê divê darizandin li wir bê kirin. Kanar diyar kir ku wan xwestiye danişînê bînin Amedê, lê belê ev yek nehatiye qebûlkirin.
‘HEMÛ PÎVAN HATIN BINPÊKIRIN’
Kanar balê kişand doza li Enqereyê û wiha got: “Endamên komeleyên faşist jî anî bûn. Eywan bi wan hatibû tijekirin. Di dest wan de wêneyên leşkerên miribûn hebûn. Dema min peyva Amedê got, heste, kifrît û çarçoveyên di dest xwe de avêtin me. Heyet ji tirsa ket odeya xwe ya di navberê de. Polîsên qaşo ji bo ewlehiya me 11 parêzeran li wir bûn, em birin qereqolê. Paşê jî li paş edliyeyê me li mînîbuseke ku ya 50-60 sal berê kirin. Cihekî wê yê mirov lê rûnê jî tune bû. Dema em li mînîbusê siwar bûn polîsan li lingê me da. Paşê me li Bazara Heywanan a Enqereyê ku herî zêde MHP’î li vir in danîn. 5 ji me jin 6 jî mêr bûn. Dema em ji mînîbusê daketin polis li me dan. Gel heyirî bû. Em pênco pênco li wesayîtên zer siwar bûn me berê xwe da Yekîtiya Mulkiyeyan. Paşê em ji Enqereyê veqetiyan. Yanî pêvajoyeke ku bi temmî li gor fermanên devkî yên Serfermandariyê bû. Bi her awayê xwe derqanûnî bû.”
Kanar, diyar kir ku wan parêzeran dixwest dozê berbelavî demeke dirêj bikin, lê belê dewletê jî dixwest di mehekê de biqedîne.
Kanar, diyar kir ku beriya pêvajoya Dadgeha Bilind Ocalan gazî wî kiriye û wiha axivî: “Xwest di Dadgeha Bilind de parêziya wî bikim. Got ‘asta huqûqî pir girîng e.’” Kanar got ku wan hem bi awayekî nivîskî hem jî devkî parêziya Ocalan amade kiriye û wiha got: “Wî cara ewil di parêziya xwe ya Dadgeha Bilind de got ‘heke hûn bixwazin dikarin min bi dar ve jî bikin.’” Kanar anî ziman ku di pêvajoya Dadgeha Bilind de gelek rojnamger amade bûn û dema wan dest bi parêziyê kir xebera mirina akademîsyen-nivîskar Ahmet Taner Kişlali hat û li ser vê piraniya çapemeniyê eywanê terk kir. Kanar wiha domand: “Heke ne ji ber wê bûyerê bûna, wê parêziya me û ya wî di çapemeniyê de bi awayekî bandorker cih bigirtana. Li gel vê yekê dîsa cih girt, lê ew bûyerê hinekî wê xist bin siyê”.
Kanar, astengkirina hevdîtina Ocalan a bi malbat û parêzeran re wek “derhuqûqiyê” pênase kir. Kanar diyar kir ku di huqûqa înfazê de dema ceza teqez bibe êdî têkiliya kes bi wê kirina ku tê îdiakirin tê birîn û êdî muameleya sûcdar bi wî kesî re nayê kirin. Kanar, got ku lê belê ya ku îro li ser Ocalan tê sepandin înfaza huqûqa şer e û derhuqûqî ye.
‘DIVÊ DAWÎ LI TECRÎDA DERMIROVAHIYÎ BÊ’
Herî dawî Kanar ev tişt gotin: “Ev tecrîd bi her awayê xwe muameleyek dermirovahiyî ye. Di heman demê de li pêşberî jiyana azad û wekhev a bi hev re ya gelan astengiya herî mezin e.” Kanar, xwest demildest dawî li tecrîdê bê û wiha got: “Heke li vê erdnîgariyê tê xwestin gel di çarçoveyeke mafên wekhev de bijîn, divê demildest dawî li tecrîdê bê.”
MA / Sadiye Eser