'Tecrîd mirina her roj e'

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina HDP'ê li Agirî, Wan, Colemêrg, Riha, Êlih, Amed û Çewlikê bi armanca balê bikişînin ser tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bi girseyî daxuyanî dan û xwestin tecrîdê rakin. Parlamenter û rêveberên HDP'ê diyar kirin ku tecrîd her roj mirin e û xwestin bi lez tecrîd bi dawî bibe. 
 
Rêxistina HDP'ê ya Agirî, Wan, Colemêrg, Êlih, Çewlik, Riha û Amedê bi armanca tecrîd bi dawî bibe û êdî mirov jiyana xwe ji dest nedin li avahiyên HDP'ê û buroyên hilbijartinê daxuyaniyên girseyî dan. 
 
WAN 
 
Rêxistina HDP'ê ya Wanê bi armanca balê bikişînin ser armanc û daxwazên çalakgerên li girtigehan daxuyanî dan. Rêveberên HDP'ê daxuyani li ber avahiya HDP'ê ya Bajar dan. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, Hevserok û rêveberên HDP'ê yên Wanê, Nûnerên KCD û TJA  jî tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê girse Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan daxuyanî da û wiha got: "Girtiyên siyasî Zulkuf Gezen Ugur Şakar û Ayten Beçet li dijî tecridê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan. Bi armanca polîtikayên tecrîdê şermezar bikin dawî li jiyana xwe anîn. Lê yên ji cenazeyên me ditirsin destûr nedan cenazeyên Zulkuf Gezen û Ayten Beçet bi merasimên olî defin bikin. Mafê malbatê yên definkirin û şînê xezp kirin. Her çend mafê definkirinê ji destê malbatan bigirin jî em er dem wan di dilê xwe de defin dikin." Komê di daxuyaniyê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedena Zîndanan’ berz kirin. 
 
COLEMÊRG
 
Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê jî bi heman armancê daxuyanî dan Endam û rêveberên HDP'ê tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Sipan Turan, diyar kir ku Zulkuf Gezen û Ayten Beçet rûmeta wan e û dê şop û tekoşîna wan berdewam bikin. 
 
AMED 
 
Rêxistina HDP'ê ya Amedê jî li buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya Yenişehirê daxuyanî da. Girsê xwest li pêş buroyê daxuyaniyê bide. Lê polîsan destûr nedan kom li derve daxuyaniyê bide. Rêveberên HDP’ê li hundur buroyê daxuyanî da û polîtîkayên hikûmetê şermezar kir. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, namzetên hevşaredaran û xizmên girtiyan amade bûn. Li ser navê girsê Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun daxuyani da û diyar kir ku Zulkuf Gezen, Ugur Şakar, Zehra Saglam û Ayten Beçet ên li dijî tecridê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan rûmeta wan in. Tosun, anî ziman ku polîtîkayên tecrîdê yên AKP-MHP'ê li girtîgehan dibin sedema mirinê û û wiha got: "Dewlet destûr nadin malbat cenazeyên zarokên xwe bi merasimên olî defin bikin. Wekî cenazeyê Zulkuf Gezen cenazeyê Ayten Beçet  destûr nedan malbat bi marasima olî cenaze defin bikin. Mafê definkirin û şînê xezp kirin. Bi zorê nafên malbatan ên definkirin û şînê ji destê wan girt. Em vê yekê tu car ji bîr nakin. Tecrîd li her derê belav dibe. Divê em bi hevre li dijî vê tecrîdê dengê xwe bilind bikin û têbikoşin." 
 
ÊLIH 
 
Rêxistina HDP'ê ya Êlihê jî li buroya hilbijartinê ya HDP'ê daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê Feleknaz Uca û Necdet Îpekyuz, xizmen girtiyan, endam û rêveberên HDP'ê tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de wêneyê Ugur Şakar, Zulkuf Gezen û Ayten Becet bilind kirin û pankartên "Tecrîd mirin e, Em dawî li mirinê bînin" vekirin. Komê bê navber dirûşmeya "Bijî berxwadane zindana" û "Şehit namirin" berz kirin. 
 
Rêveberê HDP'ê yê Êlihê Îkram Îrgî bang li her kesî kir ku li dijî tecridê tev li têkşînê bibin û wiha got: Her ku tecrîd didome mirin jî zêde dibe. Tecrîd tenê me meseleya gelê kurd e. Tecrîd li diji aştiya civakî ye. Tecrîd li ser hemû welat belav dibe. Ger ku tecrîd bi dawî bibe zilm û zordarî jî wê bi dawî bibe.b 
 
ÇEWLÎK 
 
Rêxistına HDP'ê ya Çewlikê jî li avahiya HDP'ê ya Çewlikê daxuyanî da. Namzetên HDP'ê yên hevşaredariya Çewlikê Senem Çakas û Hişyar Ozsoy, Parlamentera HDP'ê Ebru Gunay û bi dehan kesên din tev li daxuyaniyê bûn. Namzetê Hevşaredariya Çewlikê Hişyar Ozsoy, anî ziman ku  hikûmetê aqilê xwe xistiye rev û xwest demek nêzîk îtîfaqa MHP-AKP  aqilê xwe ji ref derxe u dawî li vê tecrîdê bînin.
 
Ozsoy, anî ziman ku hikûmet 20 salin hiqûq û zagonên xwe îhlal dike û li Îmraliyê tecrîdê dimeşîne û wiha got: “Birêz Ocalan hem li dijî hiqûqa neteweyî û hem jî li dijî hiqûqa navneteweyî di bin tecrîda giran de tê girtin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, 137 rojin li dijî vê bê hiqûqiyê di greva birçîbûnê de ye. Daxwazên wê pir şênber û zelal in. Dixwaze hikûmet hiqûq û zagonên xwe pêk bîne û tecrîdê bi dawî bike.  Zulkuf Gezen, Ugur Çakar û Ayten Beçet li dijî tecrîd û bê hiqûqiyê çalakî pêk anîn. Cenazeyên wan bêyî destûra malbatê revandin û defin kirin. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Wekî HDP'ê em jî dixwazin tecrid bi dawî bibe. Daxwazên girtiyan û Leyla Guven daxaza me ye jî. Divê tecrîd rabe û ev mirin bi dawî bibin. Cenazeyên ku ji girtîgehan derdikevin Eyba Tirkiye ye. Niha Leyla Guven, Selma Irmak, Sebahat Tuncel û parlamenterên HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Amedê çalakiyên xwe berdewam dikin. Li Ewropa, Hewler û li girtîgehan bi hezaran girtî ji bo yek armanc û daxwazê di grevê de ne. Dixwazin tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Dixwazin parêzer û malbat biçin Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, jî anî ziman ku AKP tecrîd kiriye rêbaza rêveberiyê û wiha got: "Êdî dema cenazeyan defin dikin jî tecrîdê pêk tînin. Em vê rêveberiyê qebûl nakin. Hevala me Leyla jî li dijî vê feraset û rêveberiyê di çalakiyê de ye. Li cîhanê tenê li Girtîgeha Îmraliyê tecrîd heye. Ev tu fêdeyê nade Tirkiyeyê. Her ku tecrîd bidome dê mirin zêde bibin. Her ku tecrîd bidome, Tirkiye dê bêtir zerarê bibîne. Em bang li rayedaran dikin ku tecridê rakin û malbat û parêzer bi rêk û pêk hevditinê pêk bînin." 
 
RIHA 
 
Rêxistina HDP'ê ya Rihayê jî bi heman armancê li avhiya HDP'ê ya Rihayê daxuyanî da. Rêveberên HDP'ê tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Adile Oncel daxuyanî da û polîtîkayên AKP-MHP'ê şermezar kir û xwest bi lez dawî li polîtîkayên tecrîdê bîne. Oncel, destnîşan kir ku têkoşîna gelê kurd a aştî, demokrasî û azadiye dê teqez serkeftin û serfiraziyê bi xwe re bîne. 
 
AGIRΠ
 
Rêxistina HDP'ê ya Agiriyê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir û Abdullah Koç, endam û rêveberên HDP'ê yên Agiriyê jî tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk daxuyanî da û wiha got: "20 salin li Îmraliyê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd heye. Ji bo tecrîd û bê hiqûqî bi dawî bibe bi hezaran gritî û bi sedan siyasetmedar li derve di greva birçîbûnê de ne. Zulkuf Gezen, Ayten Beçet tecrîd şermezar kirin û dawî li jiyana xwe anîn. Lê destûr nedan ku malbat cenazeyên wan defin bikin. Mafê şînê jî ji destê malbatan girtin. Em vê yekê ji bîr nakin. Divê dawi li vê bê hiqûqiyê bê. Bi sedan kes di sînorê mirinê de li dijî be hiqûqiyê li ber xwe didin. Daxwaza tevan yek e. Em jî bang li rayedardan dikin û dibêjin her roj tecrîd bidome mirin û kaos ji zêde dibe. Her tecrîd zêde bibe çareserî jî pêk nayê. Berxwedêrên grevê bi têkoşîna birçîbûnê têkoşîna herî aştiyane didin. Îro tecrîd li ser her kesî didome. Em bang li saziyên civakî, rêxistinên demokratîk, rewşenbir û hunermendan dikin ku li hemberî vê tecrîdê bêdeng nemînin. Em bi hevre li dijî terîdê derkevin û tecrîdê bişkînin." 
 
TECRÎR HER ROJ MIRIN E 
 
Berdan Ozturk, heri dawî anî ziman ku tecrîd her roj mirin e û dê tu carî kesên li dijî terîdê jiyana xwe ji dest dane ji bîr nekin. Ozturk, bang li hikûmetê jî kir û xwest bi lez dawî li tecrîdê bînin da ku mirin bi dawî bibe. 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin | NÛÇEYA LEZGÎN
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart