ŞENGAL – Di 3'yê Tebaxa 2014'an li dijî êzidiyan komkujiyek pêk hatibû, pêşmergeyên li wir jî ji bo li dijî DAIŞ'ê şer nekin Şengal terikandibûn. Welatiyên bi navê Elî Elyas Usif û biraziyê wî Usif Xelef Elyas dest ji axa xwe bernedabûn û ji pêşmergeyan çek xwestibûn ku li dijî DAIŞ'ê şer bikin, lê pêşmergeyan ew qetil kiribûn. Welatiyên bi navê Tarik Derwêş Hesen û Berkat Hitto Hesen jî bi çekên keleşê li dijî DAIŞ'ê şer kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn.
Berî ku DAIŞ êrîşê Şengalê bike, pêşmergeyên PDK'ê hemû çekên di destên êzidiyan de kom kirin, roja komkujiya DAIŞ'ê pêk hat beyî ku yek guleyî biteqînin ji herêmê vekişiyan. Bi deh hezaran mirovên bê parastin man, DAIŞ'ê ew qetil kirin û bi hezaran mirov jî dîl girtin. Çapemeniya PDK'ê her derfeta didît îdia dikir ku pêşmergeyên wan Şengal parastine û civaka êzidî derew derdixit. Piştî hêzên Heşdî Şebî hatin Şengalê, hêzên pêşmerge cara duyemîn ji Şengalê vekişiyan, li gorî agahiyên ku welatiyên êzidî dane, piştî di 3'yê Tebaxa 2014'an DAIŞ'ê êrîşê Şengalê kir, pêşmergeyan jî gelek êzidî qetil kirin.
Êrîşa DAIŞ'ê ya 3'yê Tebaxa 2014'an li dijî Şengalê pêk hat û wekî komkujiya herî mezin di dîrokê de cih girt, hêj bandora xwe li ser êzidiyan dike. Lê çîrokên ku derdikevin holê gelek balkêşin. Hat diyarkirin ku pêşmergeyan berde gelê herêmê biparêzin, ji herêmê vekişiya ne, welatiyên bi navê Elî Elyas Usif û biraziyê wî Usif Xelef Elyas dest ji axa xwe bernadin, roja fermanê bi destê pêşmergeyan tên kuştin. Tarik Derwêş Hesen (35) û Berkat Hitto Hesen 5 rojên fermanê li ber xwe didin û ji hêla DAIŞ'ê ve bi çeka doçkayê tên qetilkirin.
'JI PÊŞMERGE ÇEK XWESTIN, EW QETIL KIRIN'
Malbata Hecî roja ku komkujî pêk tê, ji bo xwe ji komkujiyê rizgar bikin berê xwe didin çiyayê Şengalê û ji wê rojê vir ve li Wargeha Serdeştê dimînin. Malbatê der barê roja fermanê de agahî da. Welatiyê bi navê Cindo Hecî (47) ji Zoravayê ye. Hecî der barê qetilkirina Elî Elyas Usif û biraziyê wî Usif Xelef Elyas de ev tişt got: "Hêj em ji gund derneketibûn, pêşmergeyan du welatî Elî û biraziyê wî Usif qetil kir. Ji pêşmergeyan re gotin ku 'Ji xwe hûn diçin, çekên xwe ji mere bihêlin û biçin.' Pêşmergeyan çek nedan wan, Di navbera wan de gengeşî derket û ev her du êzidî hatin kuştin. Pêşmerge piştre revîn."
Hecî der barê qetilkirina Elî û Usif a roja komkujiyê de got ku "Hem pêşmerge ew kuştin û hem jî DAIŞ'ê êzidî kuştin. Çi ferqa pêşmergeyan ji DAIŞ'ê heye?" û bal kişand ser welatiyên bi keleşê şer dikirin û hatin kuştin û ev tişt hat gotin: "Tarik Derwê Hesen 35 salî bû û bavê keçekî bû, Berkat Hitto Hesen jî 33 salî bû û bavê keç û kurekî bû. Ev kurapên hev bûn." Hecî wêneyên welatiyên hatin qetilkirin jî nîşan kirin û der barê wan de ev tişt got: "
‘TARIK Û BERKAT 5 ROJAN LI BER XWE DAN’
"Her du kurapên hev hatin kuştin. Bi çeka keleşê li ber xwe didan, lê hammar hat, keleşa tu bandor li hammarê nedikin. Bi doçkayê ew qetil kirin. Wê demê em qasî 100 jin û zarok li newala herêma Xelîfê bûn. Tarik û Berkat 5 rojan li ber xwe dan, di roja 5'emîn de şehîd ketin. Me piştre cenazeyên wan anîn Serdeştê û piştre li Pîrê Ewra spart axê."
9 XIZMÊN WÎ HÊJ DI DESTÊ DAIŞ'Ê DE NE
Bîranînên Hecî yên der barê komkujiyê de bi van re sînor nîne. Xizmên dayika wî û zarokên wî hêj di destê DAIŞ'ê de êsîrin û der barê wan de tu agahiyan nagire. Hecî piştrast kir ku biraziyên wî dema Solaxê ji DAIŞ'ê direvîn, ketine destê wan. 9 xizmên wî yên di destê DAIŞ'ê de navên wan wiha ne: Salih û keça wî Havva, Elî zarokên wî Êzîz, Yasir, Uso, Seêla, Cirdo û Hecî.
MA/Selamî Aslan –Nazim Daştan