DÎLOK – Li dibistanên li Tirkiye, dîroka Tirkan fêrî zarokên malbatên sûriyeyî yên li Dîlokê hêwirînê dikin. Serokê Şaxa Egîtîm Senê Alî Ersonmez, destnîşan kir ku navê vê yeke bişavtin e.
Li Dîlokê, mufredata Perwerdehiya Netewî bi awayekî yekser hînî zarokên malbatên sûriyeyî yên ji ber şerê li welatê xwe li Dîlokê hêwirîne tê kirin. Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Dîlokê Alî Sonmez, anî ziman ku bêyî hesab bê kirin zarokên malbatên sûriyeyî daxilî perwerdehiyê hatine kirin. Ersonmez, got ku mamoste û dersxane kêm, xwendekar zêde û perwerdehî jî bêqalîte ye.
ZAROK BI ZIMAN NIZANIN
Ersonmez, dest nîşan kir ku zarokên sûriyeyî demildest daxilî serdema perwerdehiyê ya 2017-2018’an hatiye kirin. Ersonmez diyar kir ku di entegrasyona pergala perwerdehiyê ya zarokên sûriyeyî de li ser pêvajoya civakî û çandeyî nehatiye fikirîn. Ersonmez wiha got: “Ya girîng pirsgirêka ziman e. Di dema perwerdehiyê de zimanê xwe bi kar nayînin. Nikarin pêwendiyê bi mamoste û hevalên xwe re deynîn. Di warê civakîbûyînê de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Hem zarokên sûriyeyî hem jî yên tirkiyeyî di warê perwerdehiyê de tesîreke neyînî digirin. Mamoste bi zimanê zarokên sûriyeyî nizanin û ji ber vê nikarin bi wan re pêwendiyê deynîn.”
Ersonmez, got ku li bajêr di her polekê de gelek xwendekar hene û bi hatine zarokên sûriyeyî re ev hejamr zêdetir bûye. Ersonmez, got ku hejmara mewcûda polan ji 40 derketiye 55’an.
‘NAVÊ VÊ BIŞAVTIN E’
Ersonmez, diyar kir ku hînbûna zimanê tirkî di warê adaptebûna jiyana civakî de ji bo zarokên sûriyeyî baş e û wiha got: “Lê em perwerdehiya bi zimanê dayikê destek dikin. Helbet tenê ne ziman, bi dûrketina wan a ji avaniyên civakî û çandeyî ya netewa xwe, wê ji xwemaliya xwe dûr bikevin. Heke hûn ne dîroka Sûriyeyê lê ya tirkî hînî zarokekî sûriyeyî bikin, em ê ji vêya re bibêjin bişavtin. Divê ji dêvla vê zarokên sûriyeyî bi zimanê xwe, bi çanda xwe bên perwerdekirin.”