RIHA – Celal Ak ê 70 salî ku bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” girtî ye salek e li benda angaştnameyê ye.
Li Rihayê di 28’ê kanûna 2016’an de polîsan bi ser mala Celal Ak ê 70 salî de girt. Polîsan ku kurê wî pirsîn, piştî lêgerîna malê ew û kurê wî tev binçav kirin. Piştî lêpirsînê kurê Ak hat berdan, lê ew hat girtin û nêzî salekiye girtî ye. Ak nexweşê şeker, tansiyon û dil e. Ak ji ber wêneyê kurekî xwe bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” û “Propgandaya rêxistinê” hat girtin. Ak li Girtîgeha Tîpa T a Hîlvanê tê ragirtin. Piştî Ak hat girtin kurê wî lêgerîna wî hebû piştî 6 meha şûn ve hat binçavkirin û serbest hat berdan.
'BIRÊ MIN WINDA BÛ BAVÊ MIN GIRTIN’
Kurê Ak, Mustafa Ak destnîşan kir ku ji ber bavê wî nexweşe nikare di girtîgehê de bimîne û ji ber vê yekê gelek bi xetere ne. Mustafa Ak diyar kir ku bavê wî di heman demê de bi birayê wî Kemal Ak re di heman qawişê de tê girtin û got: “Bavê min û birayê min di heman qawişê de ne. Bavê ji aliyê polîsên li birayê min dipirsîn ve hat binçavkirin. Ji ber birayê men winda bû bavê min girtin. Pişt re birayê min binçavkirin û serbest berdan. Lê bavê hêj di hundir de ye. Ew mirovek extiyar e. Şert û mercên girtîgehê ne li gorî rewşa wî ne.”
‘XALEK MUWEKÎLÊ MIN SÛCDAR BIKE TUNE YE’
Parêzerê Ak, Îbrahîm Halîl Badilli jî bibîr xist ku muwekîlê wî nêzî salekiyê girtiye û li şûna kurê wî binçav bikin lê muwekîlê wî binçav kirin.e Badilli da zanîn ku bêyî ku sûcdariyek li holê hebe muwekîlê girtiye û der barê muwekîlê wî de tu xalek wî sûcdar bike tune ye. Badilli got ku ew nizanin sûcdariyê jî spartine çi. Badilli diyar kir ku hemû serlêdana ji bo berdana muwekîlê wî jî hatine redkirin û ji bo tu sûcdarî der barê muwekîlê wî de tune ye dê der heqê dozger de giliyê sûc bikin.