WAN – Li Wanê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin di roja 8’emîn de didome.
Li Wanê ji bo balê bikişînin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin di roja 8’emîn berdewam dike. Çalakî bi beşdariya rêxistinê navçeyan ên HDP’ê û DBP’ê didome. Çalakî li avahiya rêxistina DBP’ê ya Wanê pêk tê û pankarta “Tecrîd dê winda bike wê azadî bi ser keve” hat daliqandin û çalakî li ber pankartê pêk tê. Çalakiya greva birçîbûnê ji duh ve rêxistinên navçeyên Payîzava û Elbakê dewr girtibûn. Her du navçeyan çalakî îro dewrî rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Miks, Şax û Westanê kirin. Çalakî bi hemû biryardariya xwe didome. Di çalakiyê de çalakvan li ser bîrdozî, raman û rewşa Ocalan diaxivin û nîqaşan dikin. Her wiha der barê pêvajoya siyasî ya heyî de jî nîqaşan didin meşandin.