EDENE - Serokê Baroya Edeneyê Prz. Velî Kuçuk, aşkera kir ku di serî de sedî 9 bê biryar, bi giştî sedî 83 kes ji darazê bawer nake.
Baroya Edeneyê, ji bo rojevê bi rojnamegeran re binirxîne li Otela Seyhanê civîna bi taştê pêk anîn. Serokê Baroya Edeneyê Prz. Velî Kuçuk rewşa Tirkiyeyê ya di serdema OHAL'ê de nirxand.
Kuçuk diyar kir ku heta HSK'a serbixwe tune be, dê pirsgirêk neyên çareserkirin û bal kişand ser biryara li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Semsûrê, aşkera kir ku li dijî yekî, 2 deng hatine girtin, piştî biryarê kesên biryar dane şandine cihekî din, dozgerê dijber deng xebitandiye, li dayreyê bûye serok. Kuçuk got ku "Heke wiha biçe dê kes li welat xwe di ewlehiyê de hîs neke" û wiha axivî: "Dema di Referanduma 2010'an de der barê sererastkirina rêveberiya HSK'ê de guhertin hatibûn rojevê, em dij derketibûn. Me gotibû ku ev dê ji komên cemaetê re xizmetê bike. Heta em avabûna HSK'ê serbixwe nekin, em ê ji van pirsgirêkan re çareseriyê nebînin." Kuçuk anî ziman ku îro bi hişmendiya kadrotiyê li darazê tê nihêrîn û ev rewş gelekî zêde ye û wiha pê de çû: "Puanê serkeftina dozger û dadgeran daxistin 54'an. Em li navên ku hatine girtin mêze dikin, serokê baskên jinan ên AKP'ê, endamê baskên ciwanan, rêveberên navçeyan... Gelekî balkêş e. Ev rewş dê hêj xirabtir bibe. Heke hûn di darazê de serxwebûnê pêk neynin, hûnê nikaribin li ser tu qadê belavbûniyê pêk bînin. Ne di emyetê, ne di tendirustî û ne jî di Perwerdeya neteweyî de. Cihê ku herî zêde mirov xwe lê ewle hîs dikin, qesrên edliyeyê ne, dema ev pêk neyê serxwebûna civakî nabe."
'TABLO TARÎ DIXWIYÊ'
Kuçuk piştrast kir ku di nava 180 welatî de, Tirkiye di rêza 155'an de ye û da zanîn ku di warê azadiya remanê, mafê parastinê û daraza edlî de tablo gelekî tarî ye. Kuçuk binçavkirina Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHK) a bi KHK'ê hat girtin Selçuk Kozagaçli jî bi bîr xist û diyar kir ku Kozagaçli bê sûc hatiye binçavkirin.