AMED - Cenazeyê endamê YPS'ê Murat Çelik ê polîsan bi ser mala wan de girt û di şer de jiyana xwe ji dest da, hefteyek şûnde dan malbatê. Malbatê hefteyek şûnde cenazeyê Çelîk girt û spartin axê.
Yekineyên polîsan di serê sibeha 3'ê Mijdarê de li taxa Huzurevlerî ya Peyasa Amedê bi ser mala Murat Çelîk de girtibûn. Di serdegirtina malê de xwediyê malê û endamê YPS'ê Mûrat Çelîk 3 zarokên xwe û hevsera xwe ji malê derxist û li dijî polîsan şer kir. Di bûyerê de Çelîk û polîsekî jiyana xwe ji dest dan û 9 polîs jî birîndar bûn. Piştî bûyerê hevsera Çelik û 3 zarokên Çelîk ên li malê hatin binçavkirin. Piştî bûyerê cenazeyê Çelîk 6 roj şûnde dan malbatê. Malbatê cenazeyê Çelik ji morga saziya tipa edlî wergirtin û birin Goristana Yenîkoyê. Rêveberê MEYA-DER'ê ya bi KHK'ê hat girtin, Wekîla HDP'ê Leyla Birlik, hevserokên HDP'ê Filiz Buluttekin û Mehmet Şerif Camci, hevseroka DBP'ê ya Amedê Ruken Akça, endam û rêveberên HDP û DBP'ê amade bû. Di merasima definkirinê de bi sedan polîsên hêzên çevîk dora goristanê dorpêç kirin û girse asteng kir.
MALBAT AGAHDAR NEKIRIN
Saet di 03.00’ê şevê de malbat agahdar kirin û xwestin cenazeyê xwe bigirin. Piştî malbat bi girseyek mezin çûn ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê polisan got: “Wekî hûn biçin mîtîngê hûn bi girseyî hatine" û cenaze nedan malbatê. Malbat serê sibê dîsa çûn ber nexweşxaneya Gazi Yaşargilê û cenaze wergirt. Polîsan gef li malbatê xwar û xwest tenê ji malbatê bav û bira tev li merasimê bibin. Ji ber tundiya polîsan tenê bav Vezir û bira Oktay Çelik tev li merasimê bûn.
BERIYA CENAZE GEF XWARIN
Heyeta HDP'ê dema çûn merasima cenaze, polîsan bang li Hevserokê HDP'ê Mehmet Şerif Camci kir û gotin "Divê hûn bi tu awayî tîlîlî û dirûşmeyan berz nekin. Em destûr nadin hûn rêz bigirin. Ger ku li ser gorê axaftin bên kirin em dê mudaxale bikin" û gef xwarin.
BAV ÇELÎK: BILA SERÊ GELÊ KURD SAX BE
Piştî nimêj li ser cenaze hat kirin, Neaşê Çelik bi duayan hat definkirin. Ewil birayê Murat Çelîk Oktay Çelik ax avêt ser cenazeyê wî. Bav Vezir Çelik, li ser gorê zahmeti kişand. Çelîk spasiyên xwe ji kesên hatin ser gorê re kir û got: “Bila serê gelê kurd sax be. Hevserokê HDP'ê yê Amedê Şerif Camci jî sersaxî ji malbatê xwest û wiha got: "Em dê têkoşîna kesên ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dane bidomînin. Camci xwest ji bo kuştin bi dawî bibin şer jî raweste.
‘FIRAT Û MURAT KETIN RÊYA AZADIYÊ'
Oktay Çelîk jî ji ber ku polîsan destûr neda li ser gorê axaftinê bike ji bo birayê xwe Mûrat Çelîk ê li malê di şer de jiyana xwe ji dest da û birayê xwe yê li Sûrê di ber xwe da û jiyana xwe ji dest da daxuyaniya nivîskî li rojnamegeran belav kir. Çelik, wiha got: “Birayê min ê bi înat. Yek jê li Sûrê di ber xwe da. Yek jî li malê di nava hêsir û xwînê de gihişt şehadetê. Hûn bûn Firat û Mûrat û herikîn. Hûn bi xwîna xwe li ser axa Kurdistanê bûn gul. Ji bo hûn hevî û azadiyê geş bikin hûn ji bo kesên paşeroja xwe bûn fedayî. Hûn dê her dem bijîn. Hûn dê her dem ciwan bimînin. Hûn ji bo jiyanek azad geş bikin hûn mirin. Em dê piştî we bêtir bi hêz bin."
Ji bo Çelîk şîn li mala Sersaxiyê ya Hevedan a Rezan hat vekirin.