ENQERE – ÎHD û TÎHV xwest parêzvanên mafên mirova yên li Kolana Yukselê hatin binçavkirin serbest bên berdan.
Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirova a Tirkiyê (TÎHV), têkildarî binçavkirina Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û xebatkarên ÎHD’ê yên pê re daxuyanî da.
Di daxuyaniyê hat gotin ku bila Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça bizivirin karê xwe û berdewama daxuyaniyê wiha ye: “Rêveber û xebatkarên ÎHD’ê binçavkirin.
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Hesabgira Giştî Sevîm Salîhoglu, Endama MYK’ê Derya Uysal û xebatkara ÎHD’ê Besra Varli îro li ber Abîdeya Mafê Mirova a li Kolana Yuksela Enqerê hatine binçavkirin.
Abîdeya Mafê Mirova bi mehan e bi bariyeran hatiye dorpêçkirin. Salek beriya niha li ber Abîdeyê roja 9’ê mijdara 2016’an Nuriye Gulmen bi dirûşmeya ‘Ez karê xwe paş ve dixwazim’ çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin. Semîh Ozakça, Acun Karadag û Velî Saçilik jî mil dan milê wê.
Nuriye û Semîh pişt re greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Abîdeya Mafê Mirova, sembola mafê mirovan bû. Em wek ÎHD’ê Serokê me giştî, rêveberên me û xebatkarên ji bo dorpêç rabe ji ber vê yekê hatin ber abîdeyê.
Daxwaza me ya duyemîn jî ew bû ku îxrackirinên li dijî hiqûqê bi dawî bibin û kedkar vegerin karê xwe ye.
Wek encam;
Divê parêzvanê mafê mirova demildest bên berdan.
Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bêhiqûq û neheq hatine îxrackirin divê vegerin karê xwe. Divê hemû îxracên bêhiqûq vegerin karê xwe.”