ENQERE – Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê girtiyên siyasî avîtin nav girtiyên edlî. Li gorî agahiyan bi hinceta "bi fikar e" dest dan ser nameyên girtiyan jî.
Girtiyê bi navê Fahrî Yalçin ê li Girtîgeha Tîpa T a Barfaya Samsunê dimîne, piştî bi birayê xwe Hekîm Yalçin re hevdîtin pêk anî, binpêkirinên mafan parve kir. Yalçin da zanîn ku birayê wî bi rêya nameyan xwestiye zextên li girtîgehê parve bikin, lê rêveberiya girtîgehê dest dane ser nameyên wan.
NAMEYÊN BI FIKAR!
Yalçin bal kişand ser binpêkirinên mafan û ev tişt got: "Mafê werzîşê yên heftê de du rojan didin girtiyan, ji destê wan hatiye girtin, nikarin werzîşê bikin. Girtiyên siyasî yên di demên dawî de hatine girtin, ew avîtine nav girtiyên edlî û nahêlin derbasî gel girtiyên siyasî bibin. Nameyên ku dixwazin bişînin û binpêkirinên mafan ji raya giştî re parve bikin, rêvberiya girtîgehê bi hinceta 'bi fikar e' dest datîne ser nameyan."
NAMEYÊN BALÊ DIKIŞÎNE SER TECRÎDÊ JÎ DESTESER KIRIN
Yalçin aşkera kir ku girtî ji bo balê bikişînin ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 2 rojan ketine greva birçîbûnê û wiha axivî: "Ji derveyê greva birçîbûnê, ji hemû saziyan re name şandine, lê ev name bi hinceta 'bi fikar in' rêveberiya girtîgehê dest danîne ser."