AMED – Jinên ku pêşengiya xebatên mîtîngê dikin, anîn ziman ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ew ê di 11’ê Mijdarê de li qadan bin.
Wê di 11’ê Mijdarê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Qada Îsrastoyonê ya Amedê mîtîng bê lidarxistin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û DBP jî piştevaniya mîtînga ku dê bi dirûşmeya “Wê tecrîd winda bike, azadî bi ser keve” bikin. Yek ji armanca sereke ya mîtîngê rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî û êrîşên li hemberî jinan e. Jinan banga tevlîbûnê kir.
‘JI BO AZADIYA OCALAN’
Hevberdevka Delegeyên Amedê ya KCD’ê Zuhal Bilgin anî ziman ku mîtîng dê di 11’ê Mijdarê de dê ji bo azadiya Ocalan bê lidarxistin. Bîlgîn, got ku dirûşmeya wan a sereke şikandina tecrîda li ser Ocalan e. Bîlgîn balê kişand ser girîngiya mîtînga ku dê bi pêşengiya jinê bê lidarxistin û ji bo tevlîbûnê bang li hemû gelê Amedê kir.
Bîlgîn, dest nîşan kir ku ku pergala kapîtalîst her diçe polîtîkayên xwe yên qirkirinê yên li ser fikr û bedena jinê zêdetir dike. Bîlgîn anî ziman ku wê jin li hemberî vê qirkirinê bi paradigmaya Ocalan bibin yek. Bilgin ev tişt gotin: “Em jin vê tecrîdê qebûl nakin. Ji bo rakirina tecrîdê divê berxwedan bê zeximkirin. Beriya her tiştî divê li vê qadê jin dengê xwe bilind bikin.”
‘TECRÎD LI DIJÎ VÎNA ME YE’
Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Rezanê Hatîce Makas jî wiha got: “Em vê mîtîngê ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û azadiya wî li dar dixin.” Makas, dest nîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan di asasê xwe de li ser vîna hemû gel û mirovan tê sepandin. Makas, dest nîşan kir ku ew li benda hemû gel in da li qadan dengê xwe bilind bike.
‘DIVÊ JIN BI TILÎLIYÊN XWE TEVLÎ MÎTÎNGÊ BIBIN’
Welatiya bi navê Emîne Koşar, dest nîşan kir ku divê her kes beşdarî mîtîngê bibe û welatiya bi navê Roza Kahraman jî anî ziman ku divê hemû jin bi tilîlî, reng û dengê xwe tevlî mîtîngê bibin.