WAN – Rojnamegerê girtî Nedîm Turfent ê ku xwest ji hempîşeya xwe rojnamegera girtî Zehra Dogan re faks bişîne lê rayedarên girtîgehê, bi hinceta “bi fikare” faks asteng kir.
Nûçegihanê DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Nedîm Turfent ê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî ye xwest ji hevkara xwe edîtora JINHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Zehra Dogan re faks bişîne. Lê faksa Turfent bi hinceta “bifikare” dest danîn ser.
Di “Biryara Nirxandina Nameya Bifikare” ya ji aliyê Serokatiya Lîjneya Dîsîplînê ya Girtîgehê ve hat amadekirin balkêş e ku rojnameger Turfent wek “Kesek endamê PKK’ê, terora çepgir û rêxistina teror a bi çek” pênase kir.
ÎRONÎ EWLEHIYA GIRTÎGEHÊ DIXE TALÛKEYÊ!
Turfent di nameyek ango faksê dixwaze ji hevkara xwe der barê xebatên wê de pê re hevpeyvîn bike. Komîsyona name xwendinê faksa Turfent bi îfade û hinceta “Li dijî kesên daraz û saziyan nêzîkatiyek îronîk nîşan daye, asayîş û ewlehiya saziyê dixe nav talûkeyê û biryara name bila li saziyê bê muhafezekirin hatiye dayîn” hat astengkirin.
Pirsên “bifikare” ku Turfent ji Dogan re şandiye wiha ne:
“Armanca girtina JINHA’yê?
* Zehra Dogan kî ye? Hûn dikarin xwe bidin nasîn?
* Hûn ji bo çi û kengê dest bi rojnamegeriyê kir?
* Hûn li girtîgehê çidikin û dikarî behsa rojek xwe girtîgehê bikî?
* Zîndan çi li xebatên te zêde dike?
* Divê hibra pênûsa rojnamegerek jin çawa biherike û xwe bi çi bike?
* Çiqas cezayê we heye û hûnê kengê li derve bin?
* Dubare mirov bikeve girtîgehê tiştek çawa ye?"