MINBIC – Komên girêdayî Tirkiyê û Rêjîma Sûriye bi armanca li Minbicê tevlîheviyê bikin di nava hewldanan de ne. Heta niha gelek lîstik hatin kirin lê hatin pûçkirin.
Tirkiye û rejîma Sûriye ji bo li Minbicê tevliheviyê bike di nava hewldan û planan de ye. Li gorî biryara Komîteya Erkê xweparastinê li bajarê Minbicê di 6 Mijdarê de derî ji bo tevlîbûna erkê xweparastinê hate vekirin. Di vê derbarê de ji aliyê Rêjîma Sûriyê û Tirkiyê ve bi Mertala Firatê li bajarê Minbicê tevlîhevî hate kirin da ku vê biryarê vala derbixin û berê ciwanan bidin şerekî navxweyî li Minbicê. Çavkaniyên taybet ji bajarê Minbicê raghandin ku biryara Erkê xweparastinê ji aliyê eşîreyên bajarê Mibicê ve hate girtin û bi vê yekê ev biryar hate girtin û raghandin.
Di dema destpêkirina dewreya yekemîn a erkê xweparastinê li bajarê Minbic û gundewarê wê, çavkaniyê taybet ku şahidê wê buyerê bû diyar kir ku hin aliyên ku alîgirên Rêjîmê ne tevlîhevî hate kirin da ku berê ciwanan bidin nav refê Rêjîma Sûriyê û ciwanan li dijî biryara Rêberiya Parastinê derkevin.
Di hevkariya bi Rêjîma Sûriyê re Tirkiye li beramberî Rêveberiya xwser bi rêjîma Sûriyê re bûne yek, ji aliyê xwe ve jî Tirkan bi Mertala Firatê ji gundê Enedan tevlîhevî pêk anîin û deriyê sînorî vekirin da ku berê ciwanan bidin dervey Minbicê û hermê vala bikin.
Heman çavkanî da zanîn ku Rêjîma Sûriyê û Tirkan xwestin ku serferberî li bajar bidin raghandin û tirsekê belav bikin û bi vê yekê çavkanî da zanîn ku armanc jê ew bû ku ciwan ji heremê werin derxistin.
Çavkanî eşkere kir ku artêşa Tirk li gundê Enedan ku li bakurê Minbicê dikeve xwestin ku êrîşî hêzên parastinê li Minbicê bikin û bi vê yekê fîşek berdan û xwestin tevlîheviyê bikin û gule berdan.
Derbarê wê rewşa heremê û tevlîbûna erkê xweparastinê çawa be êavkanî ji me re raghand ku biryara erkê xwe parastinê ne hatiye îbtal kirin, lê wê bi dildarî ji aliyê ciwanan ve were kirin.
Çawa ev tevlîhevî pêk hat û bi destê kê?
Bi xwesteka talokirina biryara erkê xweparastinê li bajarê Minbicê û bi taybet li milê Heremên Cerablis ê û Ezazê ji aliyê komên Mertala Firatê ve bang li ciwanan hate kirin da ku li dijî tevlîbûna erkê xweparastinê derkevin lewma bi daxuyanî û bang ciwan hatin sor kirin û bi rêxistin kirin.
Ji milekî din ve jî bi pirpoxenda û pirovakasyon yên ku xwe bi nav dikin artêşa Azad (Buroya Leşkerî ya Minbic û gundewarê wê) daxuyanî weşandin û bang li ciwanên Minbicê kirin ku erkê xweparastinê red bikin û di daxuyaniya xwe de erkê xweparastinê wekê şerekî biratî li heremê bi navkirin.