* Komên girêdayî Tirkiyê û Rêjîma Sûriye bi armanca li Minbicê tevlîheviyê bikin di nava hewldanan de ne. Heta niha gelek lîstik hatin kirin lê hatin pûçkirin.
* Hevşaredarên Hezexê Nevîn Gîrasun û Mehmet Muhdî Aslan û Hevşaredarê Bajorêkê Deşta Darê Nurî Akman dê piştî sal û nîvek şûnde derkevin pêşberî dadger. Di angaştnameya her sê hevşaredaran de sûcariyên sosret cih digirin.
* Qeyûmê Wanê 12 kergehên li ber Gola Wanê li ruxmê bertekan jî dîsa rûxandin. Her çendî biryara dadgehê ya "rêveçûnê rawestînin" hebû jî, kargehên welatiyan hatin rûxandin. Welatiyan destnîşan kirin ku qeyûm ne li gorî qanûnê, li gorî "nêrîna siyasî" kargeh rûxandin.
* Rojnamegerê girtî Nedîm Turfent ê ku xwest ji hempîşeya xwe rojnamegera girtî Zehra Dogan re faks bişîne lê rayedarên girtîgehê, bi hinceta “bi fikare” faks asteng kir.
* HDK, di 10-12'ê mijdarê de dê sempozyuma mijara “Ji Kapital heta Şoreşa Cotmehê, ji Şoreşa Cotmehê heta Şoreşan" pêk bîne. Hevberdevkê HDK'ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, diyar kir ku li ser vê axê Şoreş hêj hêviyek rojane û zindî ye.
* Endama EVEKSEN’ê Gulsum Nazlioglû, anî ziman ku ji bo êdî keda jinê neyê xwarin ew ê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.
* Edîtorê Weşanxaneya Aramê Ûlaş Guldîken ê tevlî Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê bû, destnîşan kir ku xwendevanên serdana standa wan dikin herî zêde pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meraq dikin û li wan dipirsin û wiha got: "Niha tenê tecrîd ne li ser Ocalan li ser pirtûkên wî jî tê sepandin."
*O.D. ku bi salan e hevjînê wê şidetê lê dike, got ku bêcezatî rê li ber şidetê vedike.
* Jinên ku pêşengiya xebatên mîtîngê dikin, anîn ziman ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ew ê di 11’ê Mijdarê de li qadan bin.
* Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier, balê kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û guherîna hevsengên li Rojhilata Navîn. Taşçier wiha got: “Yek ji armanca Tirkiyeyê ya sepandina tecrîdê jî ew e ku rê li ber fikrên Ocalan bigire, da li Rojhilata Navîn jîndar nebin.”
* Rêxistina HDP'ê ji bo mîtînga di 11'ê Mijdarê de bi silogana "Azadî dê bi ser bikeve" bê lidarxistin, dê esnafên Sûrê ziyaret bike. (11.00)
* Parêzer, ji bo hempîşeyên xwe yên girtî dê li pêş Edliyeya Çaglayanê di hefteya 32'an de nobetê bigirin. (11.30)
* Rêxistina SYKP ya Stenbolê bi armanca balê bikişînin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê li avahiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* TOPG dê kampanya "xebatek mirovî û bi rûmet mafê me ye, Em dê bi ser bikevin" ku mehekê berdewam bike dê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi civîna çapemeniyê starta wê bidin. (12.30)
* Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê dê rapora kolana Yukselê ya salekê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê bi raya giştî re parve bike. (12.30)
* Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê li gelek navendan çalakiya greva birçîbûnê pêk bîne. (13.00-19.00)
* Çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Platforma Rexistinên Demokratîk a Stenbolê de hatiye destpêkirin li navçeyên Sultanbeylî, Gaziosmanpaşa û Bahçelievlerê dê bidomin. (15.00)
* Malbatên 34 kesên di komkujiya li Roboskê di êrîşa balafirên TSK'ê de jiyana xwe ji dest dan dê di hefteya 306'an de li ser goristanê wan bibîr bînin. (16.30)
* Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" dê bidome. (13.30/18.00)