MÛŞ - Rojnameger Îdris Sayilgan piştî 13 mehan derket pêşberî dadgehê. Sayilgan ku nehat berdan diyar kir ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tê darizandin û rojnamegerî tê darizandin.
Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin Îdris Sayilgan ku girtî dihat darizandin, 13 meh şûnde derket pêşberî dadgehê. Yekemîn Rûniştina doza Sayilgan li 2'emin Dadgeha Asliye Ceza ya Mûşê hat dîtin. Malbat, parêzer û hevalên Sayilgan ên rojnameger doz şopandin. Rojnameger Sayilgan ji girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê bi riya SEGBÎS’ê li gel 4 girtiyên din tev li rûniştina dozê bû.
Serokê heyeta dadgehê ji Hevserka DBP'ê ya Mûşê Hatice Şeker pirsa "Malbatên bi nirx" tê çi wateyê?" pirsî. Şeker, jî diyar kir ku ev ne gotinek dijzagonî ye û gotinek civakî ye. Heyetê saetên dîwar ên Komeleya Rojava belav kirin û axaftinên telefonê yên “şehit” û “girtiyên siyasî" pirsî. Şeker, diyar kir ku hemû axaftinên wê di çarçoveya xebatên partiya siyasî de kirine. Piştî şeker rêveberê MEYA-DER'ê Medeni Işik parastin kir. Işik bi kurdi parastin kir. Işik, diyar kir ku komeleya wan zagoni ye û li gorî zagonan tev geriyan e.
SAYILGAN: EZ ROJNAMEGER IM
Rojnameger Îdris Sayilgan jî bi kurdî parastin kir û îdîayên der barê xwe de red kir. Sayilgan, diyar kir ku ew rojnameger e û 4 salan zanîngeh xwendiye û wiha got: "Di îdîanameya min de 60 rûpel ji qeydên telefonan pêk tê. Tu sûcdariya der barê min de ne rast e. Hemû îdîayên der barê xwe de red dikim. Her tişt wekî sûc qebûl kiriye. Ez rojnamegerim. Piştî min zaningeh xelas kir di ajansa fermî DİHA de xebitîm. Min di nava 2 salan de bi hezaran nûçe çêkir. Lê hemû wekî sûc hatine dîtin. Hemû tiştên ku eleqeya civake dikişîne ji bo me nûçe ye." Sayilgan, anî ziman ku ew nûçeyên şaredarî, walîtî, civakî, abori, siyasi û ekolojiyê hemû cureyên nûçeyan çê dike û wiha got: "Li gorî zagona çapemeniyê divê di nava 60 rojan de der barê nûçeyekê de lêpirsîn bê destpêkirin. Lê piştre lêpirsîn hatiye vekirin. 13 mehin girtî me. Ez û malbata xwe di milê madî û manevî de mexdûr Bûne. Ez tahliyeya xwe dixwazim."
Endamê Meclîsa Şaredariye Çiçek Tutuş û Hevseroka HDP'ê Ayşe Soylemez jî parastin kirin.
Parêzerê Rojnameger Îdris Sayilgan Bariş Oflas jî paratin kir û diyar kir ku îdîanameya muwekilê wî tenê ji axaftinên telefonan pêk tê û diyar kir ku guhdarkirina telefonan ne li gorî usûlê ye. Parêzer Oflas xwest Sayilgan û girtiyên din serbest bên berdan.
Heyeta dadgehê piştî navberê der barê Sayilgan û girtiyên din de biryara berdewama girtinê da. Heyetê doz taloqî 19'ê Sibata 2018'an kir.