STENBOL - Rojnameger Ahmet Şik, ku ji ber gotina "Yên ev komplo pêş xistin dê têkevin girtîgehê" doz lê hatibû vekirin, piştî darizandina 5 salan ji dozê beraet kir.
Rûniştina doza Rojnameger Ahmet Şik li 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê hat dîtin. Şik ku di sala 2012'an de di çarçoveya doza OdaTV de hat girtin û di derketina Girtîgeha Silivrî de gotibû "Yên ev komplo pêş xistin dê têkvein girtîgehê" doz lê hatibû vekirin. Şik piştî darizandina 5 salan ji doza dihat darizandin beraet kir.