STENBOL – Xwendekarên Zanîngehên li Stenbolê li Qada Beyazitê kom bûn û pergala YOK’ê şermezar kirin. Xwendekaran diyar kirin ku ew dê serî li hemberî faşîzmê netewînin.
Xwendekarên li Zanîngehên Stenbolê bi minasebeta 36’emîn salvegra damezinadina Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) şermezar bikin, li qada Beyazitê çalakî pêk anîn. Xwendekaran pankarta “Em ji bo azadiya xwe û pêşeroja xwe li ser piyan in" vekirin û daxuyanî dan. Gelek xwendekarên zanîngeh û vakifên li Stenbolê tev li çalakiyê bûn. Polîsên ku bi bariyeran qad dorpêç kir, bi kuçikan li bombeyan geriyan. Xwendekaran di çalakiyê de dowizên "Perwerdeha wekhev, bê pere, zanist û zimanê zikmakî", "Zanîngeh ne ya kesekî ye" "Qesra zivistanî xera bû, YOK jî dê hilweşe" û "Nuriye, Semih rûmeta me ne" vekirin û dirûşmeyên ku YOK'ê û AKP'ê şermezar dikin berz kirin. Komek xwendekarên ku ketin qadê ji ber ku rojnameya Evrensel li ser wan hebû di kontrola GBT'ê re derbas bûn.
Xwendekarên Zanîngehên Stenbolê yek bi yek derketin axivîn û daxwazên xwe anîn ziman. Xwendekaran diyar kirin ku ew dê ji pergala yek perestî û faşîzmê re serî netewînin û heta zanîngeh azad bibin dê serî hildin û têbikoşin.
Di çalakiyê de Mamoste Semîh Ozakça yê 245 rojin di greva birçîbûnê de ye bi telefonê beşdarî daxuyaniyê bû. Ozakça, wiha got: "Hûn ji bo salvegera avakirina YOK'ê ya 6'ê Mijdarê şermezar bikin kom bûn. Faşizm li welatê me di sala 1950'an de serdestî ava kir. Pişti vê yekê di salên 1980'an de YOK hat avakirin. Niha di qada perwerdehiyê û zanistiyê de kardo pêş dixin. Bi KHK'ê bi sedan akademîsyen ji peywirê hatin girtin. Yek ji vana ez im. Dixwazin perwerdehiyek bê qalîte bidin xwendekaran. Çalakiya min bi çalakiya we re berdewam dike. Em bawer dikin û teqes em dê bi ser bikevin. Em dê van êrîşan tevan bişkînin."
Piştre Akademîsyenê Zanîngeha Stenbolê ku hat îxrackirin Levent Dolek jî diyar kir kuji bo zextan şermezar bikin li vir in û ew dê tu carî li hemberî zextan serî netewînin.
'JI BO SERDESTIYA LI SER ZANÎNGEHAN YOK AVA KIRIN'
Li ser navê xwendekarên Zanîngeha Stenbolê Roza Kahya daxuyanî xwend û bal kişand ser armanca avakirina YOK'ê. Kahya, anî ziman ku YOK di 6'ê Mijdarê de bi armanca li ser Zanîngeha Serdestiyê ava bike hatiye avakirin û wiha got: "Ji bo ku tevger û rêxistinbûna xwendekaran desteser bike hat avakirin. Ji bo akademisyenan bêdeng bike û têkoşîna kedê li zaningehan tune bike hat avakirin. Ji bo li ser her tiştî hikûm ava bikin YOK ava kirin. 36 salin YOK didome. Di serdema AKP'ê de YOK bêtir hat xurtkirin û YOK îro ketiye xizmeta AKP'ê. Piştî 15'ê tîrmehê rejîma OHAL-KHK'ê hat îlankirin. Sermayedarên li dora îktîdara AKP/Qesrê kom bûne, xizmeta vê yekê dikin. Em dê serî li hemberî faşîzmê danînin. Zaningeh kirine qereqola polîsan. Zextên li ser xwendekar û akademîsyenan zêde bûne. Îktîdar her dem dixwaze ciwanan di bin zextan de bihêle û wan bihilîne. "
Xwendekaran piştî daxuyani dan belav bûn. Xwendekar piştre bi pankarta “Ji Faşizmê re mirin" vekirin û heta metroya Veznecilerê meşiyan. Daxuyani bi siloganan bi dawî bû.