STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê, di 36'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê ya Navneteweyî de bal kişand ser pêkanîna "cilên yek reng" û ev pêkanîn şermezar kir.
Tum Fuarcilik Yapim A.Ş. (TUYAP), di roja 5'emîn a 36. Fûara Pirtûkan a Stenbolê ya Navneteweyî de panelek li darxist, Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovna (ÎHD) a Stenbolê di fûarê de pêkanîna "cilên yek reng" a li girtîgehan şermezar kir.
Daxuyaniya li ber deriyê TUYAP'ê hat dayîn de pankarta "Ji cilên yek reng re na, ji yek yekbûnê re na" hat vekirin û dirûşmên "Dê vîna mirovahiyê îşkenceyê têk bibe" hat berzkirin. Endama Komîsyona Girîgehan a ÎHD'a Stenbolê Hatîce Onaran daxuyanî da. Onaran da zanîn ku dê cilên yek reng bandorê li ser sivîlan jî bike û ev pêkanîn wekî cezakirineke derûnî û piçûkxistina mirovan pênase kir.
Piştî daxuyaniyê çalakvan derbasî salona Hejmar 5'an bûn. Heyeta ÎHD'ê li vir der barê mafên di Peymana Mafên Zarok û Danezana Gerdûnê ya Mafên Mirovan de agahî dan, di serî de kevan (ayraç) û hin diyarî li welatiyan hat belavkirin.